Antonio Guterres sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgitî di nameykê de ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekîdê li wê yekê dike ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî aştiyane û bi rêya danûstadinên siyasî li ser bingeha destûra Îraqê bên çareser kirin û dibêje: Ez dê lêbixebitim ku her du alî ji bona afrandina atmosferekî minasib ku tê de danûstandinên rasteqîne encam bidin gavên  pêwîst pavêjin.Guterres di nameya xwe de kêfxweşiya xwe nîşan dide ku her du hikûmetên Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê di gelek minasibetan de ji bo destpêkirina diyalogê berheviya xwe nîşan daye.Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî di naneya xwe de dinivîse: Jibona pêşveçûna aştiya niştimanî, zêdetir bihêzkirina aramiya li deverê û berhingarbûna wan gefên DAÎŞ çê dike, pêdviye ew aramiya heye bê psrsstin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: