Polîtîk

Nabe tu bandoreke kultûrî ya rejîma berê li ser desthilata dadwerî hebe

Îro yekşem 12/01/2014 li Selaheddîn li ber birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Hakim Ehmed Ebdulla Zubêr Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê rêwresma sond xwarina yasayî ya hejmarek endamên nû yên Dadgeha Temîzî ya Herêma Kurdistanê birêveçû. ‏

Piştî ku bi fermanekî herêmî û li ser pêşniyara Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê biryara bi endambûna Dadgeha Temîzî ya Herêma Kurdistanê ji bo wan derket, her yek ji wan rêzdara, Ebdulla Elî Ehmed Şerefanî, Elî Ehmed Îbrahîm, Elî Evdilla Ehmed û Serwer Zirar Reşîd, li gor birgeha 3 ya maddeya 36 ê yasaya desthilata dawerî ya li Herêma Kurdistanê he‏jmar 23 ya sala 2007 sonda yasayî li ber birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê xwarin.‏

Li vê rêwresmê de Serok Barzanî ‏pîrozbahiya xwe pêşkêşî endamên nû yên Dadgeha Temîz kir û bi navê ‏çespandina bingehên serweriya yasa û dadperweriya li civakê de hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.‏ Her li vê rêwresmê de Serok Barzanî li axaftina xwe de tekez li ser serweriya yasa û serbixweyî ya dadgehan kir û balkişand li ser wê yekê ku yekem merca serkeftina welatek hebûna dadgeheke serbixweye û bi navê çespandina dadperwerî ya li Kurdistanê da palpiştiya xwe jî ji bo dam û dezgehên dadwerî dûpatkir û bi pêwîstî jî zanî ku hemû aliyek piştgîriyeke tevahî bidin dadgehan û dadgeh bê tirs û bi serbixweyiyeke tevahî li karên xwe de berdewam bibin û nabê tu bandoreke kultûrî ya rejîma berê li ser desthilata dadwerî hebê.

Back to top button