CivakPolîtîk

Nabe ku mînberên mizgeftan bibin cihê gotarên siyasî û hizra tundiyê belav bikin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bi exlaqên xwe yên bilind bûne parêzerên hemû gel û pêkhateyên navçeyê. Herwiha ragihand, nabe ku mînberên mizgeftan bibin amûrekî siyasî û hizra tundiyê belav bikin. Konferansa olî ya bi navê “Ber bi gotareke olî ya henvseng li ser bingeha mirovdostî û aştiya civakî” li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.Di konferansê de Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya rola Hêzên Pêşmerge kir ku li hemberî rêxistineke weke DAIŞê li berevaniyê dike.Di beşekê axaftina xwe de wiha behsa şerê Hêzên Pêşmerge yê bi DAIŞê re kir: “Helwestekî mezin û girîng a Pêşmerge heye. Pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê cesareteke mezin nîşan daye. Hem pêkhateyên li Kurdistanê û hem jî sînorên din diparêze.”Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çavê gelê Kurd û pêşmerge li mamostayên olî ye ku tundiyê ji holê rakin û got, ew naxwazin di navbera xelkê herêmê de pevçûnên mezhebî û nijadî derbikeve.Nêçîrvan Barzanî amaje kir nabe ku mînber bibin amûrekî siyasî û herwiha daxwaz ji mamostayên olî kir ku rê nedin ku mînberên mizgeftan bo belavkirina hizra tundiyê bikar bên. Herwiha daxwaz ji wan kir ku nekevin bin bandorên siyasî û li şûna wê fikrê bihevre jiyanê xurtir bikin.Serokwezîrê Kurdistanê derbarê wê yekê de wiha got: “Em rê nadin ti partiyekê ku ol û siyasetê têkel bike û xwe bike mînbera mizgeftan û bi navê Îslamê kar bo berjewendiya partiya xwe bike. Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî armancên netewî û niştimanî ye, lê ligel wê yekê de jî di wê baweriyê de ye ku berjewendiya gelê Kurdistanê di wê yekê de ye ku em cîranê navçeyeke aram û bi ewle bin, nek navçeyek pir nakokî û şerê mezhebî be. Herêma Kurdistanê dixwaze navçeyekî aram û bi ewle çêbibe û Hêzên Pêmerge kar ji bo wê yekê dikin û nîşan didin ku em gelekî li dijî terorê ne û em amade ne hevkar bin bo çespandina aştiyê li navçeyê.”Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Dîmenên Pêşmerge dema ku nimêj dikin berî ku êrişî terorîstên DAIŞê bikin û dîmenên Pêşmerge di parastin û rizgarkirina zarok û jinên bin destê DAIŞê, bê ku zanibin ser bi çi ol û mezhebekî ne, nîşan didin ku Pêşmerge xwedî exlaqekî bilind in. Xwedî wê exlaqê ku di hemû şoreşên Kurdistanê de hebû.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya gotara xwe de wiha got: “Beriya 46 salan, dema ku Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê bi destpêşxeriya serokê şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî û bi beşdariya bi bandor a zanayên hemû navçeyên Kurdistanê, hat damezrandin, pêwîst e wek ku çawa wê demê ew yekîtî bibû sedema yekîtiyekî temam ji civaka Kurdistanê re, niha jî heman canê yekgirtinê pêkve li ser bingehên serke yên pêkvejiyanê kar bikin, ew jî bo avakirina gotareke yekgirtî dûr ji tundiya olî û bo mirovdostî û aştî û aramiya civakî li Kurdistanê.” 

Back to top button