Civak

 Nabe bi ti behanekê çanda pêkvejiyanê paşde were xistin

Serok Barzanî bi minasebeta Cejna Qiyamê peyamek belav kir.

Peyam:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Qiyame (Rabûn) ya hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û seranserê cîhanê dikim. Heman demê de bi helkefta serê sala nû û cejnên Ekîto pîrozbahiyê li gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim û hêviya xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Li vê helkeftê de hêvîdarim kultûra pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistan û Iraqê parastî û bihêztir bibê û ji bilî dûpatkirina piştevaniya xwe ya ji bo maf û daxwazên rewayên hemû pêkhatan tekez li wê yekê dikim ku li jêr hîç hêcet û biyanûyek nabê paşvekêşiyê bi çanda pêkvejiyan û mafê xûşk û birayên Mesiyan û pêkhatên neteweyî û oliyên dinê Kurdistan û Iraqê bê kirin.

Mesûd Barzanî
30ê Adara 2024

Balkêş e ?
Close
Back to top button