Serokwezîrê nû yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo damezirandina hukumetek netewwyî ya Kurdistanê hewldanên xwe berdewam dike. Di vê çerçovê de Neçîrvan Barzanî li gel cîgirê xwe Îmad Ehmed serdana Yekitiya Îslamiya Kurdistnê kirin û li gel Serokê vê rêxistinê Selehattin Bahattin hevdîtinek berfireh pêkanîn.
Piştî dawîbûna civînê di konferansek rojnemevanî de Neçîrvan Barzanî ragihand ku YÎK tevlî hukumeta nû nabe. Barzanî got ku wan gelek dixwest ku YÎK beşdariyê hukumeta nû de bike, lê wan biryar daye ku di hukumeta nû de beşdar nebin.ew rexne û alîkariyên xwe pêşkêşî hikûmetê bikin