Mubarek ji Qahîrê çû
Li gora nûçeya kanala televizyona El Arabiyê, serokkomarê Misrê Husnû Mubarek ji Qahîre derket. Derketina Mubarek ji Qahîre gelek bi awayên cuda tê şirove kirin. Meydana Tehrîrê Îro ji hemî demî qelebalixtir bû. Sedê hezara mêja înê li vê meydanê kirin.
Îro hêzên çekdar yên Misrê daxuyaniyek da û dan diyarkirin ku ew pişgiriya biryara şevîdin ya Mubarek dayîn dikin. Lê gelek efser û leşker jî, îro li Meydana Tehrîrê tevlî xwepêşandanan bûn.
Li gora agahdariyan Mubarek li gel malbata xwe çûye cihê xwe yê li devera El Şarm Elşêx û li wê derê pêşewaziya mêhvanên xwe bike. Lê medya di derbarê çûyina Mubarek ji Qahîreyê nûçeyên cuda belav dikin. Hinek ajans radigihînên ku Mubarek ji Misrê derketiye. Hinek jî dibêjin ku Mubarek ji firokxaneyek leşkerî ji Qahîre derketiye lê kesek nizane berê wî li kûye?