Cîhan

Dawiya Mubarek

Mubarek li himber helwesta xelkê zêdetir nekarî berxwe bide û ji serokkomariya Misrê îstifa xwe da û destê xwe ji karê serokkomariya Misrê kişand. Di daxuyaniya xwe de Mubarek hemû desthilatdariya xwe dewrê hêzên çekdarên Misrê kirin.

Îstifa kirina Mubarek ji aliyê cîgirê wî yê nû Omer Silêman ve hate ragihandin. Bi vê ragihandinê qonaxek 30 salî li Misrê dawî hat. Li meydana Tehrîrê ku bûye sembola berxwedana gelê Misrê niha xelk çûyina Mubarek pîroz dike.

Back to top button