Civakîbûn divê çewa be
Dezz Deniz
Min du caran başûrê Kurdistanê ziyaret kir û ez diramînim ku kurtedemek şûnde dîsa ziyaret bikim. Li wê derê zêde hevalên min nînin. Lê belê ez bi ziyaretkirina gelê xwe ku ji min hez dike û hemûza xwe ji min re vedike û welatê xwe, gelek şad dibim. Bajarekî ku her roj mezin dibe û pêşve diçe heye li wê derê; Hewlêr.
Weberhênanên karsazên ji hemû deverên cîhanê hatine mijara gotinê ye. Her carê diçimê, dibînim ku mezintir bûye û moderntir bûye. Lê belê tiştekê kêm dimîne ko, mirov diçe wê derê mirov aciz dibe. Li wir, hebûna navendên mezin yên danûstandinê, firoşgehên mezin, siwareyên modern û avabûna vîlayên ku çavên mirov diqemşin, bes nîne. Qadekî civakê nehatiye damezirandin.
Ciwan, zarok û jin di demên xwe yên vala de anko di betaliyê de çi karî dikin? Dema ku mirov aciz dibe, ciyekî wek kafeteriyakî an jî atoliyekî ku mirov bi hevalên xwe yên jin yan mêr re rûnê zêde tuneye. Mirov çewa ew qas dema xwe di malê de dibuhurîne ez matmayî dimînim.
Çima tu kes vê kêmasiyê nafikirê û weberhênanên wiha nakin?
Ji bo ku jiyana civakî dewlemend bikin tu kes kilûbên werzşê, dibistanên danisê, helbestê, muzîkê, yên wêneyê, atoliyeyên peykersaziyê çênakin. Malên dengbêjan û Cafeyên rocik yan jî rapê nînin.
Bes ji bo karsazên wer in wê derê mekanên wek gazînoyekî bikar bînin, xwe li diltêr bikin min dît ku hin cih hatine damezirandin. Lê belê gelê me divê çi bike? Diyare ku cihên parikê û nawendên kirîn û firotinê, firoşgeh mirovên civakekî diltêr nakin. Anko, Kurdistana ku her roj mezintir dibe û aboriya wê ya dewlemend her roj dewlemendtir dibe, ne tenê bi dîtina derve yî, divê bi naveroka xwe jî biguhere. Guherîna zîhniyetê jî pêwîst e. Divê mirov ferasetên feodal û kevneperest hilweşîne. Cudatiya civakî û perwerdeyê dibe sedema tereznên navbeyna çînên cuda.
Turkiya, di demên dawîn de ji bo başûrê Kurdistanê; dibêje turikiyeya dûyem. Kanalên tv yên ku rêzeflmên wan û yên ereban werdigerînin kurdî, hunermendên kurd yên ku wan teqlîd dikin û her roj bi çanda erabeskê civakê ditamînin, pêwîste li xwe bipirsin da ku gelo bi kedekî rastî xebatê ji gel re dikin an na. Heke wisa biçe bi rastî jî emê ciwaniyek ku xweziya xwe bi „Polat Elemdar“ kurtlar vadis (Newala Goran) anî ye bi afirînin. Wezareta me ya çandê, pêwîste alîkarî bide xebatên çand û zimanê kurdî da ku xizmeta baştir pêk werînin, ji bo teqlîda gelên cuda nebe, ji binê bandora wan derikevin, alîkariya sînemagerên kurd pêwîste.
Akademiyên çand û hunerê divê zêde bibin, çand û wêjeya kurdî divê bi zarokan, bi ciwanan were fêrikirin, mihirîcanên kuçeyan yên çandî divê bên sazkirin. Divê çanda me bi turîstên ku tên welatê me be danasandin û pêşiya pişaftinê divê bê girtin. Ez hêvîdarim ku ev banga min ewê erênî bê fêmkirin.
Dezz Deniz/Evro