Polîtîk

Monîtor: Asayîşa Kurdistanê di dabînkirina aramîye de serkeftin

Malpera Monitor di reportajeke xwe de li ser herêma Kurdistanê dibêje:

– Aramî û emniyeta herêma Kurdistanê wisa kiriye ku, veberhemanînên biyanî rû li herêma Kurdistanê bikin. Hindek ji wan veberhemanînên biyanî jî kompaniyên mezin yên warê neftê ne weke kompaniya Exxon Mobil a Amerîkayî. Vê yekê jî tesîreke dîrekt li ser jiyana hevwelatiyan heye, çimkî rewşa jiyana xelkî di çen salên borî de gelek baştir bûye. Ji bîra we neçe ku, heta çend sal berî nuah herêma Kurdistanê herêmeke îhmalkiriya Îraqê bû.

– Hêzên asayîşa Kurdistanê di dabînkirina aramî û emniyeta Kurdistanê serkeftinên timam bidestxistine. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî şeriîyet heye û vê yekê jî wisa kiriye ku, di dabînkirina azamî û asayîşa herêma Kurdistanê de roleke girign bilîze.

Malpera Monitor di beşek din ji reportaja xwe de behsa tesîra aramî û îsîtqrar herêma Kurdistanê dike û dinivîse:

       Wezareta derve ya Brîtaniyayê daxwaz ji hevwelaityên brîtaniyayî dike ku, eger ji bo karên pêwîst nebe, neçin Îraqê, lê wezareta derve ya Brîtaniyayê ev hişdarî bo herêma Kurdistanê nedaye.

 

       Wezareta derve ya Amerîkayê daxwazî ji hevwelatiyên Amerîkayê dike serdana Îraqê nekin, lê belê serdana herêma Kurdistanê normale, çimkî ev herê di bin kontirokirina hikûmeta herêma Kurdistanê de ye û aramî û emniyeta timam tê deye.

Back to top button