Nivîsar

Penaberên warê xwe

 
 
 
Ez li nexweşxaneya devletê ûm binê siya darekê ku cixareyek bikşînim.
 
Xaltiya Abîdeyê jî xwe dabû binê siya darê û li min dinerî. Ew jî li benda rêza xwe ya ku muayene bibe mabû.
Xaltiya Abîdeyê nexweş bû, hatibû ba bijişkî. De çiqasî ewê derdê xwe banîya zimên nizanim.
 
Abîde bi tirkî nizane, Bijişk jî bi kurdî nizane. Ka ewê çawa be, wê j nizanibû.
 
Di ruyê wê de xema sal zemanan, xema koçberiyê û xema bêwarîyê hebû!
 
Min çixareya xwe derxist, pêxist û lê nerî. Min dît ku rêzexetên berheva salan, di ruyê wê de derketibûn holê.
 
Xaltiya Abîde bi çavek bêhêvî li dora xwe dinerî û ji min re got:
–  Law, ma ne heyfa te, tu çixar dikşînî?
 
Min gotê:
– De xaltîka hêja, ma hevqas xem û kul di hinavê me de ne, hema bila duyê
çixarê jî têkeve hinav me.
 
Xaltiya Abîdeyê li min nerî û got:
– Qey derdê te jî heye?
 
Min gotê:
–         Tu dibê tune ye?
 
Abîdeyê got:
– Wele meriv li te dinere, meriv dibêje qey derdê te tune ye!
 
Min gotê:
– Em li vî welatê xwe y em tê de dijîn ku mînane penaberan, em hemû bi kul in.
 
Xaltiya Abîde, da girî û domand, got:
–  Derdê me ye, bila ez bigrîm, bila ez xemgîn bim, bîst sal berî niha, em li gundê xwe bûn, em bextewar bûn di warê xwe de. Her darek mînabû zevîyekê. Her zevîyek minab bihuştê. Cerdevan ketin gundê me, gund şewitandin, xanîkên me xirab kirin. Em hatin ketine qul û qewarên Diyarbekirê. Deh zarokên min hebûn, yek b şerapî, yek bû jilêtî, yek bû diz. Ma ev ne derdekî mezin e?
 
Min bala xwe dayê ku her jineke Kurd minaye pirtûkekê. Piştre min got:
– Wele xaltîka Abîde, tu bi maf î. De Xwedê heqê we nehêle!
 
 
Gotin: Abîde Mazîdaxi

Tarixa gotinê: 30. 8. 2013

Cih: Nexweşxana Diyarbekir

Berhevkar: Zîn Amedî

Back to top button