Kultur

Mizgîn: Muzîk bi hunera opera dighe armanca xwe

 

Hunermenda navdar a operayê Mizgîn Tahir, ku bi deng û awaza xwe navdare, hewl dide bi awaza xwe ya zîz û hunera operayê çanda kurdan a dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir, niha li navenda çanda ciwanan a Cegerxwîn a Amedê dersa operayê dide xwendekaran û dixwaze çanda dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir li gelek bajarên cuda li beramber hezaran kes derketiye ser dikê û beşdarî konser, mihrîcan û şahiyên cuda bûye. Hertim bi awaz û dengê xwe yê zîz di dilê sed hezaran kes de cih girtiye

Mizgîn Tahir demeke dirêje ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Amedê û armanca wê ew e hunera xwe ya opera li Amedê jî pêş bixe.

Hunermend Mizgîn derbarê hatina xwe ya Amedê û xebatên xwe ji ajansa DÎHA re axivî.

Mizgîn Tahir, di sala 1974ê de li Rojavayê Kurdistanê bajarokê Tirbespiyê ji maleke ku hemû endamên wê hunermendin ji dayik bû. Mizgîn, di nav malbateke hunerhez de mezin bûye, 5 xwîşk û 5 birayan wê hene. Mizgîna ku bavê wê jî hunermend e, keça Necîmê Omerî ango Necîmê Temborvan e. Herwiha dengê diya wê jî xweş e. Mizgîn Tahir, di zaroktiya xwe de li ber lorîkên dayika xwe mezin bûye, bi çîrok û stranan fêrî çanda kurdewariyê bûye û heta îro bi xwe re aniye.

Hunermenda kurd Mizgîn Tahir, bi evîna opera û dengbêjiyê dijî. Ligel ku di zanîngehê de beşa erdkolojiyê dixwend jî, dîsan ji ber ku dilê wê bi mûzîkê re bû û evîndara muzîkê bû, piştre li Şamê derbasî beşa operayê bû. Mizgîn da zanin ku di bin bandora malbata xwe ya hunermend de ma ye, dengbejiyê nêzîkî xwe dibîne û dest bi perwerdeya deng û akademiya mûzîkê ya opera dike. Tahîr dîroka stranan, dengbêjî, çîrok û herwiha çanda kurdî bi alikariya dayik û bavê xwe naskiriye.

Mizgîn, da zanîn ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serêkaniyê bûye û dibistana navendî li wir xwendiye. Piştre derbasî Şamê bûye û li Şamê 2 salan Arkeolojî xwendiye. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora rûsî Gelîna amedekariya konserwatuarê kir. Profesora rûsî Gelîna, ji bo perwerdeya konservatuwarê Mizgîn, perwerde kir.

Mizgîn, got ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje û li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim kar kiriye. Mizgîn, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka wan gelekî girîng e û ji bo kurd bikaribin çand û dîroka xwe zindî bikin divê hunera dengbêjiyê baş biparêzin û tomar bikin.

Mizgîn Tahir, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li navenda çanda ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, da zanîn ku li Tirkiyeyê û Amedê astengiya li pêş wê ya herî mezin zimanê tirkî ye, ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêk jê re derdikevin.

Mizgîn destnîşan kir ku armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li cîhanê belav bike, lê ji ber ti eleqeyeke mezin li hemberî opera nîne xembare û got: ‘Ji bo ku vê eleqeyê zêde bikim, min li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdeya opera kir.’’ Mizgîn, di wê baweriyê de ye ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera zêdetir dê bighe armanca xwe û di qada navneteweyî de jî belav bibe.

 

Back to top button