Kurd jî beşdariyê di civîna Dostên Sûriyeyê de dikin
Endamê komîteya peywendiya a Civata Niştimaniya Kurdî ya Sûrîyê tekez kir ku şandeyeke Civatê ku, ji 3 kesan pêk tê, dê beşdariya civîna Dostên Sûriyê bike, ku biryare roja înê li Tunisê bê sazkirin.
Endamê komîteya peywendiyên derve a Civata Niştimaniya Kurdî ya Sûrîyê, Sadedîn Mela ji AKnewsê re got:
– Heyeteke 3 kesî ji endamên komîteya peywendiyên derve a Civata wan dê di civîna Dostên Sûriyê de beşdariyê bikin.
– Ji bo ku, eeteweya kurd nehê piştguhxistin yan dûrxistin û hemû mafên xwe yên neteweyî werbigire Civata Niştimaniya Kurdî dê çend daxwazan pêşkêş beşdarên civînê bike
Navhatî amaje pê kir ku dê daxwaza parastina welatiyên sivîl jî bikin, û awayî rejîma dahatî ya Sûriyê ne navendî û demokratîk be.
Sadedîn Mela hêvî jî kir ku opozisyona sûriyê bikaribe helwêsta xwe bike yek, ji ber ku Civata Niştimanî ya Sûrî hemû partî û bizavê sûrî li xwe nagire.