Nivîsar

Mîtra, mîtolojiya Aryanî

Navê Mîtra bi latînî, yûnanî ”Miopac” e (Boyce, Meryern, Grenet, Frantz 1975). Peyva Mitra´yê di pirtûka Xenophonî de jî derbas dibe. Xenophon pirtûka xwe 400 sal BZ nivîsîye û têde qala Mitra´yê dike.

Peyva Mîth´ê di Avesta zerdeştî de jî heye. Berî Zardeştî di Rigwedayê de jî derbas dibe û li wir Mîthra´yê “îlahî” bi xwe ye. Bi zimanê Sanskrîtî, ”Mîtra´yê” tê maneya dost” an jî ”dostanîyê”

Li gorî John R. Hinnells (1990) Mîtra bi motîfên çar olên cuda ve hatiye nivîsîn. Ew jî ev in:

1.Hîndûîzmbûna Mitra´yê.
2.Zardeştbûna Mîtra´yê.
3.Manîkeîzmbûna Mîtra´yê.
4.Roma împeratorbûna Mîthrasê/ Xirîstîyanbûna Mîtra´yê.

Di zimanê sankrîtî de Mîtra “heval” an jî “hevaltî” ye. Di zimanê Zend de tê maneya mithra “peyman” û bere bere bû Xwedê wekî Venûs ji bo Romanîyan.

1380 sal BZ di navbera qiralê Hetîtîyan Subbiluliuma û qiralê Mîtanî Matîvaza de peyman çêbû û ev peymana îspata ku berê navê Mîtra li Asya Piçûk hebû û paşê li welatên din belav bûye (Ab Turcan Robert (1996).

Mitra (Proto-îndo.îranî, nomînatîf, “Mîtras”, navê Xwedêyeke Aryanî bû. Mîtra bi gelekî hawayan tê tê lêvandin. Di Rîgveda`yê de “Mitrah” e û di Aveta´yê de jî “Miora” “Miθra´yê” ye. Di zimanê farisî de jî Mihr (mehr) e.

Di ola Buddûzmê de weke “Maitreya” derbas dibe. Terma “Mithra´yê” ji zimanê Avestayî hatîye û di zimanê îranîya navîn de bûye “mehr”. Di zimanê Paştoyî de jî ” Mehr” e.

Maruf Yilmaz

 

Back to top button