Ji bo pirsa Kurd divê stratejiyek nû bê rêvebirin
Ali Babacan wezîrê derve û berpirsê ekonomiye Tirkiye yê berê, di hevpeyvinek a xwe de behsa damezirandina partiyek nû dike.
Babacan dibêje ku, cardin dixweyê pêwistiyek mezin bi azadiyê heye. Mercên Tirkiye yên îro û yên dema AKP hatî damezirandin ne wek hevin. Gelek guhertin çêbûne. Hinek guhertin divê pêkwerin û ne mimkine di nava AKPê de mirov bikaribe daxwaziyên ku em dikin pêkbîne. Pirsgirêka Tirkiye ya azadiya heye, ya edaletê û hinek mafên bingehîn heye.Pirsgirêka ekonomiyê heye. Ev pirsgirêk hemû aliyekî eleqeder dikin û bûne derdê civakê yê hevbeş.
Babacan dibêje ku, tişta di serê me de ewe ku em ji berî destpêka sala 2020ê partiya xwe damezirînin. Babacan da xûyakirin ku, gelek aliyên cuda û kesayetên girîng dixwazin li gel me bin. Rastî em ne li hêviyê bûn ku evqas eleqederek mezin hebê.
Li ser pirsekî Babacan behsa serokkomarê berê Abdullah Gul jî kir û got, Gul serokkomarî kiriye , ew bawere ku divê bê alî bimîne û nexwestiye di bin banê partiyek siyasî de be. Pişgiriyek bi hêz dide xebata me.
Babacan behsa Ajmet Davutoglu jî dike û dibêje: Rêya me û Davutoglu cudaye. Daxwaziyên me, tiştên ku em dixwazin bikin ji hev dûrin. Herweha metodên xebata me ne wek heve.
Babacan di derbarê pirsa kurd de jî got: Ji bo pirsa Kurd pêwistî lêkolinek nû ya stratejîk heye.