Sedemê dûrxistina Davutoglu
Sedêmê dûrxistina Ahmet Davutoglu ji AKPê hate diyarkirin.
Sedema bingehîn ya dûrxistina Davutoglu ewe ku, rexne li Erdogan kirine, wek din demekî de Davutoglu li hinek bajara civîn pêkanine û behsa rewşa siyasî kiriye, ji aliyek din Davutoglu hevpeyvînek li gele Financial Times kiriye û ew hevpeyvîn jî wek sedemek ya dûrxistinê hatiye diyarkirin.
Ya herî girîng ewe ku Ahmet Davutoglu behsa zavayê Erdogan Berat Albayrak kiriye. Ev yek wek tawanek hatiye li qelemdan û bûye sedemek yê dûrxistina Davutoglu ji AKPê.
Davutoglu di daxûyaniyek ya xwe de gotibû: Nabe karê dewletê û malbatê tevlîhev bibin. Divê reveberiya dewletê û malbatê ji hev werê cuda kirin.Di rêveberiya dewletê ya bilind de nabê pêwendiyên malbatî hebin û kesên xizmên hev nabê cih bigrin. Divê em bi reformekî radikal psikolojiya dewletê ji nû ve avabikin.
Ev gotara Davutoglu Erdogan û Albayrak gelek aciz kiriye û bûye sedemek bingehîn ku biryara dûrxistina wî ji AKPê.