Mîtolojî û rastiya naverokê
Bêguman hin rûdanên mêjûyî hene ku belgeyên pêgir li ser wan çendî ku peyda nebûne jî, lê meriv bi giştî nikare bêje ku ew nîgaşî (xeyalî) ne, yan jî rast in. Li ser wê babetê, divê aqil têkeve dewrê û biryareke li gor têgihiştina mirovan bide. Lewra riya aqil li kîjan welatî be û li kîjan herêmeke gêtiyê be jî, her yek e û eynî rê derdikeve pêşiya meriv. Ez di lêkolînên xwe de pêrgê pir tiştên girîng bûme û tecrûbene hêja ji wan bi dest min ketine. Li ser van babetan, dê çend mînak li virê pêşkêşê xwedevanên hêja bikim: Ev çend bûyer û rûdanên ku ji wan re ”mîtolojî” têne gotin wek Adem Pêxember ku bavê mirovan ê pêşî bûye, dirêjahiya bejna merivên berê, Çîroka Tofanê, Çîroka Gul û Sînem, Çîroka Memê Alan û hwd. di bingeha wan de rastî heye. Lê gotina derheq wan de heta ku hatiye gehaye dema me ya niha, ji rastiya çewa ku niha têne gotin vajî bûne û guhartineke mezin ketiye nêv wan. Sedemê yekemîn ê guhartinê jî ev bûye ku ew çîrok/babet/naverok ne bi nivîs, lê bi devkî di nava xelkê de hatine domandin.Delîla pêgir ji bo rastiya naveroka çîrokên wisa, ne nivîsv û belge, lê sond û gotina kesekî ”rastgo” bi navê ”rîwayet” bûye. Ev hawe li Kurdistanê hetanî dawiya salên 60î (1979) jî didomand. Eger yekî xuyanî ji bo rastiya naverokekê sond xwaribûna, êdî rastiya wê gotinê bênîqaş di nava xelkê de dihate pejirandin. Herweha eger yekî rîspî, yan kalekî salxur gotinekê li ser tiştekî gotibûna, ew jî bênîqaş di nava xelkê de dihate pejirandin. – Tê gotin ku Adem Pêxember, bavê mirovan ê pêşî ye. Dema jiyana Ademî, li gor ku zanayên olî dibêjin, 9 heta 11 hezar salan berê bûye. Lê wa ye neh skeletên merovan di Şkefta Şanederê (Başûrê Kurdistanê) de hatine dîtin ku 86 hezar sal berê jiyane.Mînaka dyek ev e kul i gor hin skeletên mirovan ku hatine dîtin, tê gotin ku jiyana mirovan 500.000 sal berê dest pê bûye. – Tê gotin ku dirêjahiya bejna merivên berê, li dora 5-8 metroyan dirêj bûye. Lê heta niha jî skeletekî wisa dirêj di binê erdê de nehatiye dîtin. – Çîroka Tofanê jî yek ji wan mîtolojiyan e ku heta niha jî rastiya naveroka wê nehatiye peyitandin. Li gor hin rîwayetan, dinya tev ketiye binê avê, lê li gor hin riwayetên dî tenê herêma Mezopotamya deverên ku rast in ketiye binê avê û bilindiya avê jî di navbera 7-15 meroyande bûye. Herweha ne keştî gehaye ser Çiyayê Cûdî yan ser Çiyayê Agiriyê. Lê ew herêm çiqas sal di binê avê de maye jî, kes nizane. Ji van zêdetir, devera ku keştiya Nûh Pêxemberî li ser rawestiyaye jî, li gor Filehan Çiyayê Agirî ye, lê li got Bisilmanan Çiyayê Cûdî ye. Li gor hinekên dîtirkê, navê hemû çiyayên Kurdistanî ”Cûdî” ye. – Çîrokeke Kurdî bi navê ”Gul û Sînem” heye. Sînem Paşa bi keçmama xwe Gulê re zewiciye. Sînemî Gulê ji dergûşê derxistiye û biriye, wê bi ”Şîrê Teyran” xwedî kiriye. Lê Gulê xiyanet pê re kiriye û bi dêwan re hevşên û kêmûş bûye. Piştre Gulê Sînemî kiriye tûle û berdaye nava bajêr. Îcar dem hatiye, Sîner Gulê kiriye civîkek û wê xistiye qefesê. Mîrze Mihemedê lehengê Çîroka Kurdî, çûye Çîn û Maçînê, cihê Sînemî di nava heft deryayan de bûye.Li Kurdistanê kîjan çîrokbêj dema Çîroka Gul û Sînem dibêje, pêşî weha dibêje: ”Heft şaxên Çîroka Gul û Sînem hene, lê ez tenê yekê dizanim.” Min di lêkolîna xwe de çar şaxên vê çîrokmê bi dest xistine. Lê sê şaxên dî nehatine dîtin.Ew çar şaxên li ba min ku hene, wek skelet yek in lê belê xwîn, reh, demar, goşt û hicirkên wê ji hev cuda ne.Di Çîroka Gul û Sînem gelek mîtolojiyên derdemî hene ku meriv li naveroka wan şaş dimîne ka çewan ew hatine honandin! – Serpêhatiya Memê Alan jî, mîtolojiyeke têkelê hevûdu bûye. Çendî ku nemir Ehmedê Xanî ew çîrok nûjen kiriye û aniye dema piştî Zayînê, daye jiyandin jî, lê li gor hin rîwayetan Mem ji welatê Mexribê hatiye Cizîra Botanê, lê belê piraniya dîroknasan gotine ku Mem ji Eşîra Mukrî ye û ji herêma Gola Ormiyê hatiye Cizîrê. – Di Çîroka Siyabend û Xecê de jî, hin babetên balkêş hene ku medriv tê de şaş dimîne. Tê gotin ku Siyabend heft birayên Xecê kuştine. Eger ev yek rast be, gelo wê çewa dilê Xecê li Siyabendî aş bûbe? Ya girîngtir û balkêş ev e ku Siyabend çûye Yemenê û xwestiye ku Felekê bikuje… Nexwe divê em bi giştî di rastiya mîtolojiyan de bi balkêşî li dîrojê temaşe bikin û kêm-zêde naveroka rastiya wan bipeyitînin. Yanena, em ê têkevin patraxa şaşiyan. 23/ 06/ 2015


