Polîtîk

PDK û YNK li hev nekir

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî derbarê civîna di navbera Polîtburoyên PDK û YNKê de ragihand ku, ku ew îro li ser pirsên niha li Herêma Kurdistanê li hev nekirine, lê hêj dem li pêşiya wan maye û ewê hefteya bê helwesta xwe rabighînin.Polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan û di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pirsa destûr û hilbijartinê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.Derbarê wê civînê, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: Me îro li ser pirsên niha li Herêma Kurdistanê li hev nekir, lê hêj dem li pêşiya me maye û emê hefteya bê helwesta xwe rabighînin. 

Back to top button