Cîhan

MÎTê berpirsekî din ê PKK berteref kir

Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) ji çapemeniya Tirkiyê re daxuyand ku wan Mehmet Şefa Akman “Bahoz Zagros” ê ku jê re “Berpirsyarê Silêmanî” yê PKK/KCK tê gotin, bi operasyonekê bêrteref kiriye.  

 Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên hêzên ewlehî yên Tirkiyê hatine belavkirin, Mehmet Şefa Akman ê bi kodnavê “Bahoz Zagros” di sala 2005an de tev li PKK/KCK bûye û berpirsê rêxistina PKK a Silemaniyê ye. 

Piştî ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê 12 leşkirên artêşa Tirk ji teref PKK ve hatin kujtin, îstîxbarat û artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser endam, alîgir, berpirs û dezgehên PKK ve zêde kir.

Back to top button