Wezîrê Dadê bersiva HUDA PARê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di minaqeşeyên butçeya sala 2024an a parlementoya Tirkiyê de axivî û got: “Em dibêjin ku modelên rêveberiyê yên wek pergala dewletê, otonomî û federasyonê bi hemû aliyên xwe yên erênî û neyînî ve dikarin bi serbestî bên nîqaşkirin”.
Gotinên Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu bû sedema nîqaşan û gelek partiyên sîstemê li dij derketin.
Di vê derbarê de Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bertek nîşanî daxuyaniya ‘dewlet û federasyon’ a Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu da. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu da û got: “Em li ser madeyên ku nayên guhertin nikarin nîqaşê bikin. Tiştekî wilo ne mimkûn e Em.
Wek tê zanîn, her çar 4 madeyên ewil ên Makzagona Tirkiyê wek madeyên “Xeta Sor“ in û li ser wan madeyan nîqaş nayên kirin. Di wan madeyan de her kesê ku li Tirkiyê dijî wek Tirk tê hesibandin, parçebûna Tirkiyê nayê nîqaşkirin û hebûna Kurdan tê înkarkirin.