Hevpeyvîn

Mistefa: Em nafikirin xwe ji hikûmeta Îraqê vekişînin

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanêdi hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Elweten a Erebistana Siûdî behsa kirîza Îraqê û hikûmeta Nurî Malikî dike û serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bi çêkirina fitneyê di navbera pêkhatên Îraqê de tawanbar dike.

Mistefa dibêje ku, Malikî biçêkirina pirsgirêkan û alozkirina rewşa Îraqê hewil dide şikestina hikûmeta xwe di ware îdarekirin û avakirina welat de veşêre. 

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, serokawezîrê Îraqê Nurî Malikî ji berdewamiya şidetê, nebûna emin û îstîqrarê, kûrkirina nakokiyan di nevbera ol, mezheb û neteweyan de û bikaranîna hêza leşkerî di çareserkirina pirsên siyasî de berpirsyar e. Xwepêşandanên wîlayeta Enbar û wîlayetên din yên Îraqê jî weke nîşandana reaksyonê ye li dijî siyaseta Nurî Malikî li ser diçe.:

Bi rastî em ji wan teserifên Nurî Malikî ecêbmayî mayne. Malikî wan karan dike daku, bala xelkê bikşîne ser hindek meseleyên din û şikestina hikûmeta xwe pê veşêre. Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê, Malikî dest bi çêkirina pirsgirêkan û alozkirina rewşa Îraqê kir. Wî ji dosyeya Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraq, dosyeya rêvebirê Bankaya Mekeziya Îraq û paşî êrîşkirina ser wezareta ekonomî û girtina zêrevanên Rafi Îsawî wezîrê ekonomî yê hikûmeta Îraqê dest pê kir.

Di bersiva pirsekê de ka gelo kurd dê xwe ji hikûmeta Îraq vekişînin, Felah Mistefa dibêje:

Em nafikirin xwe ji hikûmeta Îraqê vekişînin, ji ber ku, em dixwazin em beşek ji pirosesa siyasiya Îraqê bin û em guhertina ji navxwe ne ji derve bikin. Vekişîna me ji hikûmetê tu pirsan çareser nake, ji ber hindê em dê digel şirîkên xwe li ser  pirosesa siyasî ji bona avakirina Îraqeke nû, demokratîk û frderalî berdewam bin. Em dê moblîsera hemû îmkanna bikin daku li gor destûrê hemû pirs bên çareser kirin û rêkeftin bên cîbicîkirin.

Me gelek caran digot ku, pirosesa siyasî li Îraqê, bi timamî,  li ser rêyeke şaş diçe û ew ne di berjewendiya îraqiyan de ye, xizmeta emin û îstîqrarê û ew armancên gelê Îraqê li pêşiya xwe deynane  nake. Me gelek hewil da hemû aliyan li ser van rastiya agadar bikin ku, ev dîtin ne bi tenê dîtinek kurdî ye, lê ev helwesta me ji hirsa me bo pêşeroja Îraqê û pirosesa wê ya siyasî ye. Me gelek caran digot ku, stûnên serke yên hikûmeta Îraqê ji şirîkatiya birastî di hikûmetê de, ragartina balancê di navbera hemû pêkhatan de û pabendbûna bi destrê û cîbicîkirina bend û madeyên wan rêkeftinên hatine îmzakirin pêktê, lê me nedît ku, serokwezîr Nurî Malikî yek pêngavê di van waran de pavêje û rêkeftinan cîbicî bike. Ji bo çareserkirina kirîza Îraqê civîn di navbera hemû aliyan de berdewam in, lê eger ev kirîz neyê çareserkirin Îraqê dêber bi rewşke xerab biçe.

Felah Mistefa di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, hikûmeta Nurî Malkî li şûna ku, kiryarên terorê û şidetê kêm bike, jiyana hevwelatiyan xweştir û baştir bike û derfetên karkirinê ji xelkê re peyda bike, wê dest bi kirîna çekê pêşkeftî bi milyaran dolaran û leşkerkirina Îraqê kiriye û ev uek jî  daxwazên xelkê Îraqê ne.

Back to top button