Mistefa: Divê navê PDK û YNKê ji lîsta reş bê derxistin
Di berdewamiya serdana xwe de bo Amerîkayê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Bert Makgork cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya.
Di civînê de Mistefa got ku, hebûna navê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di lîsteya terorê ya Amerîkayê de herêma Kurdistanê dilteng û narehet dike û tesêreke nêgetîv li ser têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê dike. Mistefa daxwaz ji berprisên amerîkayî kir ku, îdareya Amerîkayê navê her du patiyên kurdistanî ji lîsteya terorê derbixe û giringiyê bi têkeliyên bi herêma Kurdistanê re bide.
Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê dupat kir û got ku, ew dê ji bona zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de û derxistina navê PDK û YNK ji lîsteya terorê dê bi cidî kar bikin.