Polîtîk

Barzanî:Gelê Kurd bi hêviyeke mezintir temaşa paşarojê dike

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li salvegera sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed de, li rûpela xwe ya Facebook ê peyamekî belav kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye: 

Li salvegera sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed silav ji bo giyan û ruhê pakê Qazî û hemû şehîdên rêya azadiyê re dişînîn. Merg û fedakariya Pêşewa Qazî bi navê berdewamiya xebata gelê Kurd bû. Li sêdaredana Qazî û hevrêyên wî hesta Kurdayetî û azadîxwaziyê li dilê takekesê Kurd da bihêztir kir. Li vê salvegerê de peyama aştî û rewayetiya doza gelê xwe dûpat dikin û gelê Kurd bi hêviyeke gelek mezintir temaşa dahatû û paşarojê dike.

Back to top button