Sekreterê polîtbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku ew hêşta Yekgirtûya Îslamî xetabar nakin hemberî alozkariyên parêzgeha Dihokê, lê belê li benda encamên lêkolînê dimînin.

Di hevpeyvîneka taybet de ligel Dengê Amerîka-beşê kurdî, Fazil Mîranî rexnê arastê Yekgirtûya Îslamî dike ku bêy belgeh û bilez PDK bi şewitandina ofîsên xwe xetabar kir.

Mîranî dibêje ku aloziyên vê dawiyê li navbera PDK û Yekgirtûya Îslamî bi gefan nahêne çareserkirin û divê ku bi zimanê lihevhatinê serederî ligel wê pirsê bihête kirin.

Roja înîya çûyî, meyxane, cihên masajê û çend cihên din yên geştiyarî li parêzgeha Dihokê rastî êrîşan hatin. Piştî wan bûyeran, ofîsa partîya Yekgirtûya Îslamî li parêzgeha Dihokê hate şewitandin.

Jibo guhdarîkirina dirêjiya hevpeyvîna peyamnêr Yehya Berincî bi Fazil Mîranî re, lînka li jêr kilîk bike.

 

http://www.voanews.com/templates/mediaDisplay.html?mediaPath=http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/YB_12_07.Mp3&mediaContentID=135183268

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: