Kultur

Mîr Kamîran Bedirxan di bîrame de ye

Bi minasebeta bîranîna 36 saliya koça dawî ya Mîr Kamîran Bedixan, biraziya Mîr Kamîran keça Mîr Celadet û rewşen Bedirxan , Sînemxan di malpera xwe ya facebookê de bi nivîsekî ev yek yad kir.  Em jî 36 saliya Mîr Kamîran Bedirxan de wî yad dikin û ked û karê Mîr yê rewşenbîrî û xizmeta ji miletê xwe re kirî bi nirxin bilind dibînin.

Rojevakurd

 

Sinemxan dibêje:

Piştî 36 sal derbasbûna li ser koça dawiya Mamê min, gelek bîranînên min hene.

Lê belê hinek bîranîn hene ku min xwest li gel we parvebikim. Helbet gelek Kurd kêm zêde li ser jiyan û berhem û têkoşîna wî de zanyariyên berfireh hene. Lê belê ez dixwazim li ser xweşmêrî û camêriya wî de hinek bîranînên xwe binivîsim.

Mixabinî dema ku min bavê xwe wenda kir, ez gelek biçûk bûm û ew ji bo me wekî bavekî bû. Germatî û dilovaniya bavekî ji me kêm nekir. Ew kesayetiyeke gelek dilovan û gelek nazik bû.

Dema ew li Beyrudê bû heya sala 1947 me baş hevdû didît. Ew dihat Şamê û em (Ez û Yadê û Cemşîd û Useyma) diçûn Beyrudê dibûn mîhvanê wî. Lê piştî ku ew çû Parîsê êdî demeke dûr û dirêj me hevdû nedît. Lê belê peywendiyên me bi name û reşbelekan berdewam dikir. 

Li sala 1967 nêzîkî 30 salan ku me hevdû nedîtibû em çûm Parîsê û bi germî pêşwaziya me (Ez, Selah û Cemşîd). Bi vê helkeftê jî, ji bo min vê helbesta biçûk li ser vê karta xweşik nivîsibû.

Ro dibiriqe, ezman heşîn e, 

Ewr û Ewran qet tu nî ne

Kî tê, kî tê li ser rê

Sînem – Xana delal tê…

 

Ji Arşîva Sînemxan

 

Ji Arşîva Sînemxan

Back to top button