Gotinên pêşîyan

Ev pirtîka bi navê GENCÎNEYA GOTINÊN PÊŞIYAN ku tê de 3.500 Gotinên Pêşiyan hene, ji aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve ku li Swêdê ye hatiye weşandin. Rêveberê weşanxaneyê Zeynelabidin Zinar jî jê re pêşgotin nivîsiye. 

Pirtûk ji aliyê ciwanekê xemxwarê Çanda Kurdî bi navê Ebdurehman Aydogdu ve hatiye amadekirin.

Abdurehman AYDOĞDU di 1992an li Pirsûsa Rihayê hatiye dinyayê. Xwendina wî ya seretayî, navîn û amadehîyê li Pirsûsê çêbûye. Piştre sal 2012 li Zanîngeha Çewlikê dev bi xwendina Beşa Felsefeyê kiriye, sal 2013 dîsa li eynî Zanîngehê dev bi xwendina Beşa Riwekên Zeviyê (tarla bitkileri) kiriye û xwendina wî niha berdewam e. 

Ev xortê ciwan di vî temenê kêm lê bi hezkirineke dilovanî lêkolîn li  Çanda Kurdî, xasma jî ziman, wêje û Folklora Kurdî kiriye û li xebata xwe jî berdewam e, gotiye: “Gotinên Pêşiyên me, ji bo me Kurdan gencîne ne. Heta ku ev gencîne jî  dernekevin holê, bê wate ne û sûd ji wan nayê wergirtin. Nexwe pêwîst e ku her kurdek van gencîneyan binivîse û pêşkêşê nivşên demê bike.” 

Ev 3.500 gotinên Pêşiyan ji herêmên weke Amed, Amêdî, Duhok, Zaxo, Silêmanî, Koban, Mêrdîn, Qoser, Êlih, Gercews, Mûş, Agirî, Semsûr, hin navçeyên Rihayê weke Pirsûs, Wêranşêr, Hewang, Serêkanîyê, Girêsor, Xelfetî, Curnê Reş û hin gundên herêmê  hatine berhevkirin, pirtûk bi ciwaniyeke spehî hatiye çapkirin û bi giştî 164 rûpel e.

Gotinên di pirtûkê de li gor rêza alfabeyê hatine sererastkirin, ji tîpa Ayê dest pê dike û bi tîpa Zyê jî diqede. 

Em jî wek Rojeva Kurd bi hêvî ne ku ev pirtûk bibe alîkar ji bo Çanda Kurdî û li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.


Navnîşan:

[email protected]

www.pencinar.se

[email protected]

0542 468 3667 

Rojeva Kurd/Stockholm 05/  12/  2014

Nêrînek

  1. Ez pir aciz dibim,demema ku navên bajar û gundê Kurdistanê bi nezaneti li ser navê Kurditiyê di kujin.Li vê nivisê ji Navê URFAYÊ kirni RIHA û idia diki ku ev nav bi Kurdiye.Ev kesê han bi nezantiyê ev xeter kiriye.A rasti wehaye;Dû zayinê 48 qewemê SABBI ji bajarê Qudsê koci HARANA Urfayê bune.Li gor ol û baverya Sabbiya MELEKÊ ronayê ku navê wi;MANAS yaji UTRAS bu.Melekê tariyê ji navê wi RUHA bu.Bawer dikin ku RUHA li URFAYÊ bicih buye û ji vi meleki pir di tirsiyan û tirsa wi ne wêrubun bicuna URFAYÊ.Ji bo vi hawi Sabbiyan navë RUHA li Urfayê kirin.Kelima UR tê mana BAJAR.Kelima FA tê mana XWES û URFA tê mana BAJARXWES.Navê URFA bi SUMMERIYE.

Nerîna min :