
Silêman Çakir
Dema kalo bandikir li her dorê ferman û şer bû. Qaşo projeye aşîtîyê pêk dihat.Projê diketin rojevê mîne lîstikê zaroke bûn.
..Di wê demê de ez di çûme aqedemîye sîyasetê dewre çar ye mîn. Aqedemîsîyen û Sîyasetmedar û huquqnasê beşdar bûbun zane û xwedî tecrûbê girîng bûn. En ku Teror û Demoqrasî û maf û Azadî di warê hiquqde fêr didan min çend pirs jiwa kir.Eger ev proja Aşîtîyê bi ser ne kevê, wê dawîye wê çawa bibê. Ku dema em biser nelerin wê serê me biçê. Min ku ez bi şik û gumanim, jibon ku berpirsîyarê Gel ne ev tenê ne û temsîlîyete Gelê Kurd şaş analîz bûye. Ku ev hên jî nîqaş dibê û hêza çekdarî pisgirêke derdixê.
..Édî min fahmkir ku xeta reş gelek bi hêze û ev proje bi sernakevê.
Dema mirov ne zane û şarezabê, wê herkes bi mirov bi lîzê. Bâlkêşe ku tim zilm zordestî li Gelê Kurd dibê û jibon ku ji vê wêrantîyê xilas bibê zanist tim liser bêjewendîyê xwe hesap pêk tênin..
..Gelo rewşa ku Kurd têdene li Cîhan kî dîtir heye?Dema ku aşîtîyê û xeta şer liber hevdú didan hinek şexis jibon çend dolara dia dikirin ku şer tûj bibê. Carne mimkine ku aqilê mirov bi hêz ne xebitê, lê çav çime kor dibin?Di wê demê berî ku gav bêne avêtin malbatek gelekî maxdur bû. Kûrê wa qetil bûbû, bi serde keçeke wa qetil bû. Lawê mezin hatibû girtin.Gelek şexis û malbat cesaret ne dikirin ku biçin dilxweşîyekê bidin wa. Malbatek dîtir çend lawê wa girtî bûn, gelek cîrane silav ser wa qût kiribûn, ev çawa wîjdan û bratî ye?
..Ji dibîstanê dihat im malê, li cîyê kârê (ofîs)nasekî civak hebû, min silav da û min xwest derbas bibim.Gotin kerem bike rûne, min wa ne şîyand û derbas bûm û rûniştim. Qeb qeba çendeke bû, dem hat şert giran bûn ew mirov bê deng man..
..Anons kirin û gotin werin meydane Newrozê Gel mîne ava çeme herî kî û beşdar bû. Di wextekî kurtde gengeşe pêk hat,mîne ku mirov kûrmek nak (nok) li lateke sitep bixê kesek li meydanê nema û ciwan hatin girtin..Mirov xwe nagirê û ji xwe di pirsê, ev çîye? Zarokê sê salî derdiketim sikâkê û şemammê digotin û îro……?!?…Ji 1890 û heta 1977 tim ferman li serserê Kurd û Kurdîstan pêk hat ,lê ev 43 salê ku derbas bû ji fermane wirdetir bû.
..Ferman serserê Kurda hebû lê di her şert û mercê girande Gelê Kûrd zimanê xwe ne berda. Kurde her tiştê xweyî heye jibon welat,Azadîye xwe û jibon ala xwe û ziman û mafê xwe feda kir û tûcar serî ji neyarê xwere nedanî. Lê di qernê 21 de gelek tişt winda kir û gelek maxdur bû.
..Dema ku derbas bû xeta reş endamê xwe di berda nav Gelê Kurd û li bajare Kurd qetil di kirin û paşe paşe di çúne mûhafezexane xwe. Bira li bira nedibû xwedî. Hên roj neçû bu ava xelkê derîyê xwe di girt û gûnd û bajar bê deng dima. Deh hezar (10. 000)gund xera bûn û bi mîlyone kurd aware bûn.
..Di şerê osmanî û şîa de bazdeh (15.000)ciwanê Kurd qetil bûn, lê di çil û sê sale ku derbas bûn sed hezar (100.000) ciwan qetil bûn. Bax û baxistan ji holê rabûn Kurd faqîr bûn û di sînorede canê xwe dan.Xanî û bajarê Kurda wêran bûn. Gelo di Dîrokê de,şerê ku ev heye 42-35 sal kû bi taybetî li Bakur pêk tê mîne wê heye?
..Gotin telebê Kurd û Tirk ji hevdû cûda bûne, hineke ku liser qewmîtîye û liser ne qabûl kirine Gel û dozê ye.Hineke ku liser Rus û Çîn’ye, hineke ku liser cûda bûne rêxistin û hêzê ye.
..Piştre û di wextekî kinde Kurd bûne 57 parçe. Piştî wextekî kurtde ku hinek derketine dibê jin zor zanê û devê tivinge mor zanê. Devê tivinge mor kete sînga Kurda de û hevdû berbat kirin û cîrane li camcamke xist. Bi seda ciwan qetil bûn û bu qeb qeba leşkere.
..Çûn û hatin di sînor û welatê xelkê de derketin û bûne xûlamê xelkê, şoreşger bûn, qominîst û sosyallîst bûn, ên mîne Necla Baqsî û Fêrît uzun (Dirêj)qetil bûn û ên ku man dest bi quretî ye kirin. Çend sale li welatê xelkê çûn û hatin,hinek bûne mihacirê Ewropa yî ye û Bulgare û hinek bûne bela serê Başûr û Barzanîye. Gotin xelkê ku dema me qabûl nekin hûn jî wa têxin astengîye.
..Piştî wextekî dest bi berdane fîşeke kirin û ku ev şerê Azadî û serxwebûnê ye. Xelkê gelek tişt nizanî bûn xwe amede kirin û bûne xwedî hêzê leşkerî. Ji şivan û gavane heta bi xwendevane ku ez doz doza meye û di her warîde piştgirî danê. Piştre şerê bira ku jî dest pê bû û nav lê kirin gotin şerê Başurî. .Dîse bi hezare ciwanê Kurd qetil bûn. Wext hat star li gunda nema û gotin ev mixbire û ev axe û ev şêxe, Gel mîne welat parçe parçe bû. Bi hezare helwest danîn û gotin em ne li cem wene, em jibon parastine xwe di xeta Komarî de ne.Bira devê tivinge mor xiste sînge birayê xwe û mirin û hey mirin heta ku bûne sedhezar û xelk û alem bi wa kenîn. Dema gel rexne tanîn digotin dar yeke ,çiqilê wê bi hevrene. Dem derbas bû ne wisaye û zarokê xelkê di şerê bi kujî de qetil di bûn. Ev jî projeke Komarî a xeta reş bû.
..Wisa bu kî star li bajare nema xelk vegerîye gunde. Ev Rewşeke gelek xerab bû. Çawa Gel û welat tevde bindest bê û 127 serhildan û ferman pêk hatine û Gel ji vê rewşa xerab ders na sitînê, gelo mîneke dîtir heye li Cîhanê? Buhabun derketibû erşa û di her warîde jîyan tar û mar bû, dîse xwende rojev şaş di xwend ku heta leşker dest avête rêvebertîyê.
..Sîyaset bi gotin û quretî ye bû, gelekî popilîstî hebû, milê veşartî gelek zeyif bû û jibon pêşerojê ne proje hebûn û ne tedbîr, mirov kârê bêjê ev çawa sîyaseteke netewe?Parçe bûn ne besbû jibon Kurdê Bakur ev dem demê Kevin tênê bîra mirov ev çi şole û ev çi felakete. Sîstemê gav bi gav her tişt dixiste bin himbêze xwede, tevde ne Mosqo û ne Çîn ne dîtibûn lê ser wa tim şerê hevdû dikirin û hênjî aqil ne girtin heye….Ez dimînin şaş ku wê demê gelek çareserî û firset hebûn û li pênç dora Gelê Kurd bi hevdû di lebikî. Ev nexweşî hên jî û di qernê 21 de berdewame “””Gelo fîrmeke derman nîne ku jibon vê nexweşîye me Kurdare dermanekî bibînê “””
..Li Başur şûraqasî û Hero,li Rojhelat ji xwe parçe bûn yek mîneye, li Rojhelat ha keza,li Bakur tar û mal wêranî û li Hereme Kurdistane sor bê dengî.
..Em li komelê liber derî û li derve runiştibun, zeynîcan destê wî di bêrîke wî de û destek jê liser tehêle wî bû. Dema ez di dîtim ku silav nedabane û rêz ne girtibane ew jî xwe nedibû. Ew roj derbas bû û silav neda û dibin çavade meyze dikir û derbas bû. Min ku xwedê wekàle hewaleke wî heye. Min bankiryê ne dilxweşî hat û ku kerem bike. Min ku rûne ev îro çi te hâlê? Ku na runim û ecele min heye û destê xwe tavête kemaxa xwe,anî vaye liser min çek heye. Min jibon ku rûnê du barekir. Ku em sohbet nakin çekdarî û zor nebê doz çareser nabê. Ez kenîm, ku çime tu di kenê? Min ku ez bi halê te di kenîm ku tu berdewam bikê wê çek mijûl bibê. Dema wisa got min sîleyek li bin gûhê wî da û min ku bi cehime. .Çû û pişt xwe meyze nekir. Dema hat hâl û wextê begê min pir xerab derket….ewşeke wisa amede bûbû, ku aqilê mirov dida sekinandin. Yek derdiket holê di ku derkevin kolane. Çime jibon çi ne dihate pirsîn.Serok komar derdiket himberî medya û peznê hinek bajar dide ev jî li zora hinek şexis dihat.
..Roja dîtir milê dî bandikir û di got derkevin kolane. Bi hezare zarok ,ciwan bav û dayîk derdiketin derve û meş dest pê dibû. Panzêr û bomba di bârîn ser serê Gelê bê parastin liser pire bi seda Kurd di mirin û qetil di bûn û tu hesap ne dihate pirsìn..
..Mîne vê lîstikê bi sale berdewame û berdewam dibê. Mirov dema şoreşekê pêk bînê berî her tiştî Gelê xwe li himberê her tehlûkê ku hene di parêzê. Ji sînorê Anatolîyê heta bi Botane jor û sînorê Ruse ev aqîbetê xerab berdewam bûn, heta ku Gel kete Rewşeke xerab de.
..Dema mirov hesap û kîtab pêk tînê tablo ke bâlkêş derdikevê holê û tu qezenç jibon Gel jî tûneye. ..Texrîben ev heye ku nîv qernek tim û bi taybetî li Bakur û her cîyê ku Kurd hene tim zerar dît û bedel da û li himberî bedelê ku dayî tiştek nesitand. Ji ziman heta cîh warê xwe winda kir û perîşan bu. Ji xwe rewş dîyare.Li zîndane heta bi kolane tim bedel da.Vêce ev şoreşe an jî welat wêranî ye.
..Gelo ev projeke xilas kirine Kurd anjî xizmeta hineke ku mirov nasnakê. Demeke gelek dirêj Gelê Kûrd ji bajara dur bû. Lê hebûneke wî netew û bi rûmet hebû. Xelk hesudî yê edebe Kurd bu,ji nivîskârê Elman bigrin heta bi ên Vietnam hasreta jîyane Kurdewarî bûne. Eger Eşîrtî di xetna de bi hovane bûne û nezantî nebûne bela serê Kurd wî îro ev rewş jî ne wisa bi welat wêranî bûne. Ev malikwêranî ne şoreşe û ne gûhertineke bi rûmete. Male Elîyê Yunis gotin qewmê çîyene û wa xilas bikin lê rûmet nekete bin pîye, 2800 ji malbata Bedirxanîye her hatî bey anîn serê wa û li Cîhan belav bûn lê Kurdewarî tim bi rûmet ma û Celadet Elî Bedirxan mohre xwe li Dîrokê xist û wek rê zimanê bi rûmete.
..Barzanîye bi hezare şehît bûn lê doz û Kurdewarî tim bi rûmet ma û qedirbilind dibê. Ev ne şoreşe ev tiştekî ku li Cîhan bê mîneye û xilas kirine Gel û wêran kirine welate. Xeta reş hoqe hoqe wê ye …Dibê nas bike û xilas bike. Gelo kûjan war û komar hene ku Kurd liwir nînin û ne penaberin. Gelo çend malbatê Kurd hene ku bedel nedane û zilm zor lê nebûye. Elî Buto û Benzer Buto çime qetil bûn û kesek deng dernaxê û medya Cîhan xwe ker dikê? Ev ne şoreşe qetilkirine dozê ye. ..Bê dengîye ku hebû, mîne laşekî liber mirinê û ku jê hêvî nemabin. Leşker nefes ne dida gel û ên ku emê şoreşê pêk bînin berî hicúme leşkerî wek rêber derbasî dervî sînor bûbû. Ev tiştekî gelek bâlkêşe û kârê aqil nîne û mîne sîhîrê ku pêk werê.
..Başe ev kedà ku dihatî dayî û lîkolînê bi sale pêk hat,ma jibon çibû? Piştre gûnd ketin rojevê û cephe Komarî agahdar bû û dest bi şer kir.Di wextekî de gûnd bi deh hezare bûne kâvil û dengê kûnde hew hat.
..Gel roj bi Roj parçe parçe bû, bi hezare li cem Komarê cîh sitand û şer bi gelek rexî dest pê bû. .Fermane herî mezin liser zanistê Kurd bu û qetil kirin ji gelek milede pêk hat.Psîqolojîye zaroke tar û mar bû. Êdî wisa bu ku qatlîam bi kome pêk hat,Newalê qesaba roj bi Roj zêde bûn. Name û peyamê di hatin xwendin bâlkêş bûn. Gladîo û qontre bi Roj dikete xew de û bi şev derdiket nêçîrê. .