
Nêzîkî 7 meh e hilbijartin hatiye kirin, lê hêj kabîneya hikûmeta Iraqê temam nebûye. Pirsgirêkên navxweyî yên Şîeyên Iraqê jî gihane hedê xwe yê dawî. Ji bilî vê, îhtimal zêde ye ku rikeberiya Îran û Amerîkayê, rewşa Iraqê di 2019an de aloztir bikin. Gelo dê çi biqewime? Em dê şerekî navxweyî yan xwepêşandanên girseyî li ser xizmetguzariyên giştî bibînin? Ji van jî bêhtir, gelo DAIŞ dê zindî bibe yan weke Ellawî dibêje “nifşê sêyem ê terorê” dê Iraqê bigre? Ti pêşbîniyek nikare bi hêsanî behsa yek ji wan senaryoyan yan tiştekî din bike, lê gelek tişt hene nîşan didin ku zehmet e Iraq weke xwe bimîne!
Kabîneyeke bi kêmasî û egera vekişîna Sedir
Heft meh berê, hilbijartin hat kirin, lê hêj wezaretên giring ên weke navxweyî, berevanî û dad, nehatine yekalîkirin. Ji bilî vê, Wezîrê Perwerde hêj karekî wisa nekiribû ku dest ji kar kişand. Bi heman şêwe, zext li ser wezîrên gihandin û elektrîkê bi hinceta Beisîbûn û mezhebparêziyê gelek e! Li gor zanyariyên ku li ber dest in, Muqteda Sedir ji edaya Adil Ebdulmehdî nîgeran e û bi reftara li berjewendiya lîsteyên rikaberên wî tohmetbar dike! Ji bilî vê, Sedir berî niha salek danîbû ber hikûmetê ku pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser bike, nîvê salê çûye, lê hikûmet hêj temam nebûye, îja dabînkirina xizmetguzarî! Lewma Adil Ebdulmehdî muzîce jî bike nikare pirsgirêkên xizmetguzariya parêzgehên başûr çareser bike.
Hinek zanyarî hene derbarê wê yekê de ku beşek ji karbidestên Saîrûn dixwazin piştî temambûna kabîneyê ji hikûmetê vekişin! Îhtimal jî heye ku di dema nêzîkbûna demsala germ de û zêdebûna daxwaza welatiyan bo elektrîk û av û xizmetguzariyên bingehîn, lîsteya Saîrûn ji hikûmetê vekişe. Ji ber ku Sedir tevgereke wî ya siyasî ya populîst heye û naxwaze alîgirên xwe, bi taybetî ji çînên hejar ên civakê ji dest bide. Dibe ku hikûmet hilneweşe, lê bi îhtimaleke mezin Sedir dê opozisyonbûnê hilbijêre weke ku di salên derbasbûyî de kir!
Tevî vê yekê jî, egera kêmhatina budceyê ji ber bihayê petrolê, yek ji wan mijarên cidî ye ku dê were ber hikûmeta Ebdulmehdî. Wabesteya zêde ya Iraqê jî bi dahata petrolê (%98) wisa dike ku pêgeha wê ya aborî di metirsiyê de be. Ev jî wisa dike ku him şiyanên hikûmetê ji bo dabînkirina xizmetguzariyên giştî û him wê pabendiya ku yasaya budceyê jî li ser beşek ji heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bo hikûmetê çêkiriye, dê di bin metirsiyê de bin.
Milmilaniya navxweyî û derveyî
Arîşeya navxweyî ya Şîeyan, weke milmilaniya Tevgera Hîkme û Esayîbê Ehlê Heq ku dosyeyên gendeliyê yên hev eşkere dikin û hewla tijekirina postên hikûmî yên hev didin, yan pirsgirêkên navbera Nûrî Malikî û Muqteda Sedir hêj bihêz in. DAIŞ bi xurtbûnê ve mijûl e, yan weke ku Ellawî dibêje, îhtimala derketina nifşê sêyem ê terorê di gorê de ye.
Ji aliyekî din ve jî milmilaniyên Îran û Amerîkayê li Iraqê rûyekî nû werdigrin. Amerîka pêgeha xwe ya leşkerî li Iraqê bihêztir dike û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, herî kêm serkirdetiya 4 binkeyên leşkerî dike û Donald Trump bi xwe jî ragihandibû ku ew dê li Iraqê bimînin. Beşek ji hêzên nêzîkî Îranê jî daxwaza sererastkirina rêkeftina ewlehiyê ya Iraq û Amerîkayê dikin. Ew daxwaza rakirina beşa sêyem a rêkeftinê dikin ku rê li ber mana hêzên Amerîkayê xweş dike!
Amerîka hewla sînordarkirina Heşda Şeibî dide û Îran jî piştgiriya bihêzbûna wê grûpê dike. Di dawiya biharê de jî ew dem temam dibe ku Amerîkayê daye wan welatên ku petrol û enerjiya Îranê dikirrin, daku êdî li gel Tehranê serederî nekin. Wezîrê Derve yê Iraqê jî çend caran behsa wê yekê dike ku li gel Amerîkayê naçin nav rêza neyarên Îranê û ev jî dikare di dawiya biharê de zexta Amerîkayê bo ser Iraqê bikşîne ku dibe heta ceza jî bide!
Ew gotina ku dibêjin “Em dikarin balansa navbera Îran û Amerîkayê rabigrin”, zêdetir gotineke romantîk a siyasî ye. Ev ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî rast e. Ji ber ku hêz û dewleteke bihêz, bi xwe dikare di milmilaniya di hêzan de bêalî bibe. Welatê bêhêz eger bêalî be, bêhtir dabeş dibe!
Encam
Bi awayekî giştî dinya ber bi nezmeke nû diçe. Milmilaniya Amerîka û Rûsyayê li ser hewza nifûz û teknolojiya leşkerî, bi awayekî diyar jî li ser geşepêdana mûşekî li aliyekî û milmilaniya Çîn û Amerîkayê jî li ser aborî û teknolojiya G5 ku dikare siberoja cîhanê biguherîne, dinyayê ber bi rewşeke nû dibin. Dinya bi Rojhilata Navîn ve jî ber bi rêkxistineke nû diçe. Ev bandor li ser rewşa hêzên deverî yên weke Îran û Tirkiyê jî dike, îja dewleteke weke Iraqê!
Hêj kabîneya hikûmetê bi kêmasî ye. Bi temamî pêk nehatiye û gelek ji wan bernameyên wezaretan jî, ku şeş meh ji wan re hatibû danîn, nehatin cibicîkirin. Ji bilî vê jî, zehmet e pirsgirêkên xizmetguzarî bilez çareser bibin. Eger vekişîna Sedir ji hikûmetê û lawaziya hikûmetê di dabînkirina xizmetguzariyên giştî de û zêdebûna milmilaniya Îran û Amerîkayê li Iraqê, dikare rê ji bo guhertina giring li Bexdayê xweş bike. Tirs ew e ku dibe ku ev bûyer bandoreke negatîv li ser Kurdistanê jî bikin!
Ziryan Rojhilatî
(Rûdaw)