Min dît û nabêjin (Roman)

Silêman ÇakirWek bav û kâle gotîye,av di razê, lê neyar na razê..Bav û kâlê me tevde mirin ji kerbâ, ev derdê wayî giran dîse lime eserde. .Em ciwan û xwedî xeyal bûn, lê neyar hov û har û bê wîjdan bu.Çi jê hat bînê kir.Em kûştin, xistne zîndane, zilme ku li cîhanê li tu kesî nebûye li Gelê Kurd bu û dibê. Ez gihiştim malê û min ji malbatê re ne got .ji xwe dert bi kûl û keder bû. Di çend heyva de dû  (2)xort ji malbate me hatibûn qetilkirin.Yek bira û kûr xal,yek nêvî metik û birazî.Êdî kêr gehabu hestî. Min tim moral dida malbatê û ez liser takê xav mabûm, ha îro bême girtin û ha sibe…..Ez liber girtine xwe ne dikerim, yek:Min di ku dema ez bême girtin dû  (2)zarok û dayîke ciwan wê hâlê wa çawa bibê. .Dû :Gelek nivîsê min,helbest û wene dibin destê min de hebûn û gelek pirtûkê min,eger bi ser malê de bigrin wê me tevde bibin,jibon ku wîjdan bi ware nebû û nîne. ..Min tiştê dibin destê minde hebûn, tevde xistin qutuye û min teslîmî cîranê xwe kir.Ez çûme dibîstanê min mesele ji hevalekî xweyî Mamoste re got,ku tê baş kirîye û were em rêberê dibîstanê jî agahdar bikin,em tevde çûne cem û min mesele jêre got,gelek memnun bú, ku tu xema meke,em li cem tene.Wext derbas bû em ketin heyva nîsanê. Di wê demê de dibîstan piştî 23 ‘yê Nîsanê di hatin girtin..Em ketin bêhn berdanê û zarok jî qarnê xwe sitandin û çûne mala xwe..Em Mamoste heta dawîye Hezîranê em di çúne dibîstanê û di hatin malê …HEŞTÊE (8)HEZÎRANÊ JIBON MIN BÊ QUDOŞE..SÊ  (3 )HEŞTÊ HEZÎRANÊ EZ HATIME GIRTIN. ..Sisê  (3)heştê (8)Hezîranê limin bûne yek,ez Ketim zîndanê.Dibîstan xilas bûbû, me xebate meslekî dikir.Ji heyvê  (meh)salê Hezîran bû. Roj heşt û em ji dibîstanê hatibûne bajêr. Ez hinekî zû çûme malê. Mexreb bang dabû û reş ketibû erdê.Derîyê me lê xist,dema min vekir Bekçi îsa bu.Em cîranê hevdû bûn, ew jî bajarê Emê gozê bû. Gelek qedir û qîmet me dida hevdû. Xalê Îsa Kurd bû û Malbata wî gelek delal bû. Min ku kerem bike xalê Îsa…Ku na tu herhebê, lê ez jibon tiştekî hatim û bawer bike ez nizanim jibon çîye û çi meseleye. Fermandarê qeleqollê ku bere werê heta bi cem min…Min ku xêre? Ku bawer bike ez nizanim..Lê were emê bihevre biçin û ez li cem teme. .Bere xwarzîye min jî ne tirsê û mitale nekê. .Min ku wî çaxî ez bankir çend nasê xwe bere agahdar bibin.Ku başe, min Mamoste Îbrahîm axaye û mamoste Îsmet û kekê Hecî Olcan agahdar kirin û em çûne qeleqolê. Kek Hecî Olcan ji şernex bû û li dadgehê di xebitî û biraderekî dîtir (Ş)keçike kek Hecî xwendevane min bû. Di wê demê de kek (A.Û ) jî liwir di xebitî. ..Ez xalê Îsa em çûn qeleqollê dema fermandar ez dîtim ku di derheqê te de biryare girtinê heye,ji dadgeha Mêrdînê a dûyemî giran,ez.mecburim te bigrin û sibe hunê biçin dadgehe Qubînê, êdî biryar a sawciye. …Tiştê ser min tevde sitandin û ez xistim nezaretê.Bayê Hezîranê germe.Şev nîvê Şevê ez xistim nezaretê çar metre.Textek ,bahlîfekî bêhnpèketî. Piştî çend deqîqe êş kete serê min û xwîn ji pozê min hat. Dû zarokê û dayîke wa mane bi tenê li welatê xerîbîyê.Piştî xwîn ji pozê min hat ,min bi hêrz li derî xist .Leşkerekî ku “”Ne varrrr”””çi heye,min ku derî veke ez Mamosteme û wê ez xistime qedemgeha gû de,ma ne şerme jibon we,ku ben bilmem”Ez nizanim”Hate derî vekir serdora min tevde xwîn bû, hebitî. Ez çûme ser kânîyê û min ser çavê xwe şûşt min ku ez livir hedan nakim.Ku Nikarim tiştekî bikim û qomutanê min ne livire.Ez heta sibehê raneketim..Seat nêzî heşta qomutanê hat,dema xwîn dît ku ev çîye? Leşker jêre got,ku wî derxe jiwir,bîne bere ser çavê xwe bi şûyê û bere taştê bi xwê. Min ku ez yekê jî jiva nakim, dema min wisa got inirî, tiştê min dane min û destê min li kelepçê dan û xistim navbenda çar leşkere û ez birim dadgeha Qubînê.Dema ez birim Gelê Qubînê rabû ser pîye û bi piçûk û mezine hatin ber derîyê dadgehê. Xwendevanê min tevde girîn,sawci û leşker û xebatkarê Komarê mane şaş…Qaymeqam bandikê fermandar dibê te çime ev mamostê girt û te ez agahdar nekirin? Dibê biryare sawciye, diçê cem sawci ,sawci dibê dadgeha Mêrdînê a dûyemî bilind nivîs jimere bi rêkir.Lê, wê heyvekê di zînadene birde bi mîne û emê wî bişyênin Mêrdîn’ê û wê wî berdin…Mahkeme çend seatte berdewam kir,lê ewrekî reş girtibû ser Qubînê, piştî îfade xilas bû ez birim zîndanê Qubînê, zor û Gel tevde hatin ber derîyê zîndanê. Keçkâ minî mezin îsyan kir,bandikir digo bavê min berdin,dema wisa digot gardiyan jî girîn,yek jiwa nevîyê Elîyê Yunis bû. … Zare zare zarok û dil şewatê Kûrd bû liber derîyê zîndane Qubînê. Jenderme destê min vekir ez xistim zîndanê û dosya min dayî destê nevîyê Elîyê Yunis.Wî çîroke bav kâle gûhdar kiribû ji mezine.Dema leşker dosya min dayî destê wî hêstirê ziwa ji çavê wî hatin .Min destê xwe danî ser milê wî û min ku xema meke birayê min ev qedere me Kurdaye. Ku belê Mamoste. ..destmale xwe derxist u hêstirê çavê xee paqişkir u ku were mamoste ez zanim tu westîye ye, hinek bêhna xwe berdê, dosya min dayî alîkarê xwe ku bê çi lêzime bike û bankir yekî ku çayê bîne. Em rûniştin û çayê hat û braderê di zîndanê de hatin cem min gotin derbasî bê û Xwadayê mezin û dilovan me tevde xilas bikê. Min zor spasîye wa kir û dil xweşî dane min.Xalê rehmetîyê Mahmud Baqsî kek (E) jî liwir bû. Zîndane Qubînê mîne kozke mirîşke bû. Ranze dû xal bûn dema em di çúne ser ranze,me xwe di tewand û em di çúne ser cîyê xwe.Dema derketim dadgehê û biryar sitandin gotin tu piştî çend roje tê biçê Merdîn’ê û wê te berdin.Ez texrîben sê  (3)heyva mam.Ne midbex hebû û ne qantîn tiştê jibon me lazim me pere dida gardiyan û di çû bajêr distandin û tanîn. Biser dert û kûlê me de mirovekî pîsqopat jî girtî hebû. Gotin vaye Kenan Ewren tê sêrttê, vî lawikî jî tim li stranê Îbrahîm Tatlises gûhdar di kir. Ser ranze xwe ji wenê(resim)ê  Hûlya Ewşar xemilandibu û tim mavî mavî masmavî gûhdar dikir û peznê Kenan Ewren dida.Dema peznê wî dida gelek li zora min dihat, min gotîyê tu girtî û faqîr û Kenan Ewren ev welat şewitand tu çawa peznê wî didê.? Ku ez jê hiz dikim, me nîqaş kir û nîqaşe me zîvirî şer. Édî gardiyane wî birîn qaxuşeke dîtir.Dema reş dikete erdê çiqas pêşî hebûn , li serdorê di hatin hapsê bi me divedan ew jî mîne Kenan Ewren xwîn mijbun.Em ranediketin wey haware hedan jibon me nebû. .. BERDEWAME…  

Nerîna min :