Polîtîk

YNK: Bila PDK kandîdê xwe vekişîne çi bixwaze em razî ne!

Berpirsekî YNKê dibêje, eger PDK namzedê xwe yê serokomariya Iraqê paşde vekişîne, çi bixwaze YNK didê! Berpirsekî PDKê jî dibêje, PDK pişka xwe bi ti postekê naguhere.Li ser wergirtina posta serokomariya Iraqê nakokî ketiye navbera YNK û PDK. PDK dibêje, bi salan e posta serokomariya Iraqê di destê YNKê de ye vê carê jî bila ya me be, jixwe rêjeya kursiyên me di hilbijartinên Iraqê nîşan dide ku ev post mafê me ye. Lê YNKê guh neda PDKê û bi serê xwe namzedek bo serokomariya Iraqê destnîşan kir. PDKê jî li hember namzedê YNKê, namzedek destnîşan kir.  Namzedê PDKê, Fuad Husên e û yê YNKê jî Berhem Salih e.Endamê serkirdetiya YNKê Heme Heme Seîd ji BasNewsê re got, eger PDK namzedê xwe vekişîne kîjan postê, çi li Bexdayê çi li Kurdistanê, bixwaze YNK dê razî be.Wî berpirsê YNKê her wiha got, divê PDK û YNK vê mijarê bi diyalogê çareser bikin û nehêlin serokomariya Iraqê bibe sebeba xirabûna yekrêziya kurdan li Bexdayê.Endamê serkirdetiya PDKê Sasan Ewnî jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, posta serokomariyê posteka wisa nîne ku PDK wê postê bi postên din biguhere, ji ber ku ew post îstihqaqê hilbijartinan e. PDK di wê baweriyê de ku eger serokomar endamê PDKê be dikare zêdetir xizmeta gelê Kurdistanê bike.Sasan Ewnî her wiha got, beriya niha PDKê pişk û postên xwe kir qurban da ku yekrêziya kurdan xira nebe lê wisa derneket, çimkî ew post bo xizmeta gelê Kurdistanê nehatin bikaranîn. Ji ber wê jî PDK rijd e li ser wergirtina posta serokomariya Iraqê. 

Back to top button