Silêman Çakir

Dema min Di xwend, berî ku wextê zanengehê bê, serdorê di xiste kure pist. Di gotin mirok hatîye mîne feylezofeye .Emê bi civin u ewê bahse cîhan u welat bikê. Me ku başe, ma çi jê çêtir heye?
..Ciwane hevdû agahdar kirin u em li male hevalekî hatin cem hevdû. Texrîben em heşd sed (800)ciwan hebûn. Xanî mezin bu û hewşa wî jî fereh bu. Ew brader hat silav dayî me û li nîvê civakê rûnişt. Li ODTÛ múhendistî di xwend. Xwe dayî nasan u Du hevale çay jêre anî û dest bi qonferansê kir. Ji Laos heta bi vîetnam. Ji Erître heta bi Angole. Ji Mao heta bi qarl marqs u dîktatorê J.stalîno. Ji Kurdistan heta bi serhildane Mistefa Barzanî. Got û hey got. Wext bu dereng û em belav bun. Ciwan tevde mane eceb.
..DDKO, Dew Genç, KAWA, Dehak ,Newroz û tevde anî ser ziman. Dema em belav bun mîne masîyê têkevê şewkê ez û wî ru bi ru em hatin bi qambilî hevdû. Çav di çavde navê min pirsî.
..Piştî me hevdû naskir ku sibe em karin bi hevre çayekê vexwûn, gelek kêfa min ji tere hat. Min zor spasîye wî kir û min ku başe. Roja dî me hevdû dît û me hinek bîryar standin ku mimkinbê bi filankes û bêvankesre bere têkiliyê we hebin. Min ku başe. Ez xortekî Kurd bum û doza min mûhîmbu. Me dest pê kir kime, qonferans, semîner , meş û berdewam bu.
..Di çar salede Gel xweş ji dozê re derket lê Kurd bune parçe û bi hevdû re şer kirin. Tevde zarokê welat û bi seda qetil bun. Xeta reş wa xiste neyarê hevdû. Roj hat û sal 1980 dest danîn ser rêverbertîyê. Girtin û xistin zîndane eşkence kirin ferman rakirin û bi hezare ciwan qetil kirin..Bimrê bra kûjî û bimrê zordestî. ..Gelek Wext çê bûbû ku ez neçûbûm bajarê giring, cîyê zaniste. Ew bajare ku heft sed (700)Kurd ji alîyê xeta reşde qetil bûn. Xwîn nu cemidî bûbû û zarokê bajêr nû dikenîn.
..Xwe jibon jîyaneke nu amede dikirin. Lê reng liwa nema bu. Tevde melûl û xemgîn bún. Dema mirov liwa meyzedikir ,mirov zan dikir ku her yekì xencerek di dilê wadeye. Mîne brîndare heyva zemawerzê de bûn. Dilê min şewitî û agir pêket.
..Min xwe hew ser pîye girt û min çavê xwe li cîkî runiştinê gerand. Çend cafee û seyrangeh hebûn. Vala û bê deng bûn. Min ji xwere got, wey bavo, male me mala bê kesaye. Bajarê rengîn roj bi roj dima bê kes û kûs. Cafek nêzîkî derîyê Rojava bu. Bê deng û bê kes. Dema ez ketim hindirû sê kes rûniştî bûn. Du do xebatkàr û yek mêvan bû. Wextekî cîyê runiştinê peyde nedibu.
..Navê cafê “””NU “””bu. Nu cafe. Sebra min nehat û min hew tehamûl kir. Ez rabum û meşîm. Min zan dikir ku ez li heyvê me. Ez çûme cem Rojname firoş û du Rojname sitandin û min berê xwe dayî Mêrdîne bê deng. Piştî ez gihiştim bajêr, daketim û meşîm.
..Jineke navser û licem zarokeke deh (10)salî ew jî di meşîn. Zarokê ji jinê di pirsî, raste dibêjin wê qedexebûn dîse dest pê bibê. Jinê digot belê raste. Dîse wê dest pê bikin. Wê dîse bibê teqe teqe top û tivinge. Dîse emê ranekevin û perîşan bibin.
..Zarokê di ku kâ em ji vadere biçin. Jinê digot emê biçin kûderê? Ne perê me heye û ne em kàrin. Ligor ku dibêjin wê vê carê gelek nexweş bibê. Qedexebûn wê dirêj bibê. Heye ku av û kàrabe qut bibê. Erzaqê me jî wê xilas bibê. Xwedê çê bikê. Zarokê digot wê dibîstane min wê çawa bibê? Sal 1970 wext Bihare, heyv Adar 21 roja Newrozê ye.Dil çar kopal lê didê. Ez çibikim ku Newroz pîroz bibê.
..Rûniştim û tefekúr bûm. Min çareserî Dît û vaye dibêjim. Kelha Newale Bunisre mezin û bi denge, zordarî xurte û astengî pirin.Berî roja Newrozê bi Du roja min ji braderekî rica kir ku şeş (6)lastîkê wesayîte jibon min bênê gûnd. Malî ava êvarî anî. Temenê min 15-16 e. Min zarokê gûnd dane hevdû. Min ku sibe Newroze, cejna me ye. Seepêhatîye Kawa û Dehak min ji ware got. Wa Du û sisê xiste grub. Êvarî pênç grub her yekî lastîkek dayî wa. Yek li girkê topê, yek li silotkîne mirade, yek li sefa, yek li şikefte gûlê ser lata wê, yek li kevirê bel. Min ku dema liser ser serê kelehê çaqmaq pê xist hun jî agir berdin lastîkê û werin.
..Xeyala min pêk hat û em li koxekê(Axur) li hevdû civîn. Kêç hebûn jibon me aciz mekin me herî çê kir û girte ser lingê xwe û me dest bi pîroz bahîyê û dîlanê kir .
..Piştre em belav bun û roja dîtir li heremê pîrozbahîye Newrozê kete rojevê.
..Axê gûnd agir bi kirasê wî ket. Bankire gundîye û dayîke min ku ev kurê te rehet narûnê. Ev çîye Newroz. Tiştekî wisa tuneye navê mirovekî filehe jêre dibêjin Nehrozo.
..Sal 1970 em ketin 2019 e.49 sal derbas bu. Vaye bi mîlyone Kurd û cîhan cejna Newrozê pîroz dikin. ..Lê doz hên çareser nebûye, îro Newroze. ..Pîroz be…Dayîkê digot lawê min,bêje wê rehê me çawa bibê. Lawik dîse berdewam dikir û di ku ma kesek nîne vî şerî rawistênê? Dayîkê di ku ma kî wê bidê rawistandin?
..Xwedîyê vî bajarî tûnene. Eger hebûne wî lê bipirsin. Êdî dilê min xwe hew girt, hindik mabu ez bigirîm. Jiber wê min xwe jiwa dûrxist. Ez hatim şehrî Med’ê, lê ez gelekî aciz bum. Min ku a qenç ez çend pêgirte bavêjim. (Tur).Min çend pêgirt avêtin û dewra 1975-1994 hate bîra min.
..Dema em ciwan digotin emê welatekî Azad bikin.Lê çiqilê darê dibin pîyê me de qut kirin.Em ketin bîra bê binî. Ew mêrxasê digotin em şoreşger, tekoşer û mêrxasin dema sêl sor bu, kesek li meydanê nema.
..Ketin qûlê rovîye û bûne revok. Dema ku Kurd qetil dibun bav ji lawre xwedî dernediket. Jin dixistin zîndane mêr pişta xwe didayê. Ez mahkûmê komarê bûm. Jibon min di got, ji Kurda re AZADÎ dadgehê bi sale ceze di xwest. Min ahd da ,min ku ez ji vî welatî naçim. Lê divabe ez ji deştê dur ketibame .
..Çûme cîranê Ewropa Stanbol.Min zan dikir mîne warê mine. Wey bacı, ne serî û ne binî hebû. Mîne Xwedê jê razî Kemal Sunal, min ku wey vêce ev çîye û kadere? Perê min xilas bûn û ez perişan bûm. Di çûme cem kê, di gotin ne vaarrr….r..Ez di meşîm hûr di çûm û dur di çûm,ji Herbîye zû di çûm. Hatim navçeye Qadiro. Çayxaneke piçûk hebû liwir. Min ji xwere got, mimkine ev Kurmanc bê. Ez bawerim wê çayekê bidê min.Daketim çayxanê û rûniştim. ..Rojev germ bû. Stres û hèrz bûn bilind bû. Gel mine ava di herikê jibon çalekbûne amede û dilxwaz bû. Bi refa dakete kolane.
..Cîh amede û dîyare. Meydane NEWROZÊ. Xeta reş liber firset û lîstike bû. Proje amede û li bende wext bû, endamê Xeta reş. Bi sed Hezar Gel amedeye jibon pîrozbahîye cejnê. Komê stranvane, rêber û berpirsîyar amedene û pîrozbahî dest pê bû.
..Coşeke mezin û moralekî bilind hebû .Jin,zarok ji her temenî beşdar bûn pêk hatibu. Bi coşeke mezin pîrozbahî pêk hat û beşdarvan bi moralekî mezin belav bûn.
..Wê şevê endamê xeta reş raneketin,jibon ku qatlîam pêk nehatibu. Endamê xwe amede kirin û roja dî berdane nav Gel gotin berpirsîyarê komarê peyamek belav kirîye jibon bersiva wî emê pîrozbahîyê Du bare bikin.Bankirin Gel û dîse hat cem pire Ehmed QAYA. Dubarebûn dest pê bu û endamê xeta reş dest bi kârê xwe kirin. Şer dest pê bu û qatlîam pêk hat.Bi seda şexis qetil bûn û Kurd dibin panzêr û bomba de man. Miradê xelkê bû û qatlîam mîne birîne reş û xencere jahrî di dilê Kurd de cîyê xwe girt. Sal germ û rojev bê reng bú. Gelê min hişê xwe berdabû ser şoreşe Başur a di rêbertîye serokê nemir û bavê netew Mistefa Barzanî. Ciwan û xwendevanê Bakur mîne tilîyê desta bi hejmar bûn.
..Liser çareserkirine pisgirêkê welat niqaş û pêwendî germ bun. Şexsîyetê mîne Ferit Dirêj (UZUN)gelekî xwe têşandin û xebat dikirin. Mîne qlube spora Amed ku ava bibê, qonferans, semîner, meş û avakirine komele bi xurtayî pêk dihatin. Pirtûke ku liser bindestî û xqînmijokî dema nivîst deng dayî, bi kurdî kovare ”’YEKBÛN “”dihate weşandin. Ji serheda heta bi Ruha Gel ref bi ref xwe lidore wî û xebatê dida hevdû.
..Xeta reş li hesabê wê nehat ku Kurd bi netewî bibin hêz, dezgeh û partî. Dest bi projê xweyî tarî kir û çep û rast, saxte sosyalîzm û qominîzm xiste nav Gelê Kurd û hêz ava kirin û serî li zor û tivingê xist û Kurd parçe kir û wa berda hevdû.
..Di çend salede ciwanê Kurd bi seda hevdû qetil kirin.Li Başur xeta şureqasî derxist û li himberê şoreşa Başur dayî meşandin û da cebinden li Rohhelat ha keza, li Rojava mîne kàrtole hêz derxistin.
..Lîstik ser lîstike liser Gel û welat pêk anî bu fermane Kurde li çar dor û li cîhanê. Hêzê leşkerî amede kir û hicum berda Kurde. Şoreş kete astengîyê û Bakur ma bê deng û rêber. Başur serhildan berdewam kir. Li Bakur wek xwest ne gihişte armanca xwe. Proje di 450 de amede kiribu kêmasîyê wê di 1700-1800 de temam kir û şerekî nu xiste nav Kurde û Rojhelata navînde. Dilxwazîye serokê nemir berdewam bú û şoreş berdewletbûnê de gavê Dîrokî avêtin. ..Xwest ku Kurde edebîyen ji holê rakê lê malbata Barzanî ye û pêşmergê qehreman ev firset neda û dîktator ketin cehenneme ebedî û Başur Dîrok nujen nivîst.
..Maf ú doza Kurd û Kurdistan kete rojeva Cîhanê dostê Kurde zêde bun û şuraqasî û xeta reş roj bi roj têk diçê. Bi saette ez dibin baranê de meşîyem. Mahkûm û xerîb bûm. Ez wisa şil bubum, avê xwe heta divûkê min xwe berda bu. Ketibu sola min û mîne qesebe di pêlêde di ricifîm. Xwedîyê çayxanê hat.Dema ez dîtim dibin çavede limin meyzekir.
..Simbêlê min qeytanî mîne şoreşger bûm. Ku tu bixêr hatî. Dema wisa got min fahm kir Ku welatîye. Di mijûl bûne wîde xwe dida nasan ku welatîyê Ferît Dirêj bu. Min ji xwere got,şensê min heye ku ev Kurde.
..Wextê zaroketîyê hate bîra min.Dema em piçûk, me jîyan xweş fahm nedikir. Emî nanê xwe bi xwûn û derkevin sikakê gûnd bi lîzin.Lîstikê Kurde xweş hene. Navê lîstike me yek jê çav miçkê bû.
..Me kevirekî mezin jixwere dixiste navnîşan û jêre digotin hilk. Em dibûne du (2)grub û grubekê xwe di veşart. Geube dîtir liwa di gerîye. Divabe hemû bêne girtin. Lê berî ku lîstik dest pê bibê. Me kâb di hilda. Mîr û wezîr. Her komek rêberê wê hebû. Rêber jî bi hilbijartinê dîyar di bu.
..Divabe rêber serdor xweş bizanibane û zîrek bûne. Herdu rêber ji kâb rexek ji xwere digirtin û di hildan. Mîr ji kêre hatibane ew grub xwe di veşart. Gruba dîtir çavê xwe miç dikir û grube dîtir xwe di veşart. Rexê kâb ên Mîr jimere hat û me xwe veşart. Min grub bi cîh kir, lê di nav grube minde çendeke şaş hebûn û yek jiwa kurê axê bu. Dema me xwe veşart kurê axê li cem min çavê xwe miç kirin. Min tu çime çavê xwe miç dikê? Ma ne dema ku werin tu wa nabînê, ku bi xwedê min nizanîbû. Dema min wisa got hevalê me kenîn. Me lîstik berdewam kir.Di dawîde ew şaş hate girtin. Em têk çûn. Ev şalîtîyê halo li welatê me tim berdewamin. Tiştê ecebnemayî tim dibin.
..Kurd qetil dibin,koçber dibin,bindestin çime gelo? Roj bi roj hebûne Gel kêm dibê. Xwedê jê razî Ehmed’ê Xanê dibê jê serdor û cîranê Kurde, heyre zêrê we gelek bi qedir û qîmete bazara wî pire, lê bihêlin em jî zîvê xwe li bazara xwe bifiroşin, zîvê me jî li cem me bi qedir û qîmete.
..Derketim çûme ser rê. Wesayît hat û siwar bum. Min ku roj baş…Dema min wisa got rêwingîye limin eceb meyze kirin Te di ku belkî ez ji heyvê hatime. Ên ku siwar dibun dema perê xwe didan di gotin biiiir kiiişiii…Ne digotin perê yekî. Dema ku ez bi Kurdî di peyîvîm, te di ku belkî xwê şîn hatîye.
..Wesayît di meşî, jinek û sê zarok pêre hatin ku siwar bibin, yek jiwa hirtepilî. Dayîke wî ku ne oldî oxlîm. Zarokê ku çibu ez ketim. Jinê ku zoqqim. Ku ma korsin. Êdî min hew xwe girt. Min ku tu Dayîke wîye? Ku belê. Min ku tu bi Tirkî û tevlî hevdû pêre mijúl dibê û ew bersiva te bi Kurdî didê, ev çawa çê dibê? Ku ohh…
..Ku ji xwe em ji rehê xwe acizin. Me ku bere fêrî Tirkî bibin jibon ku li mektebê zahmetîyê ne kişînin. Bajovan xwe ne girt ku mamoste rast dibê jê. Li Bakur Tirkî, li Rojhelat Farisî, li Rojava bi Erebî bê, wê kî bi Kurdî mijúl bibê?
..Dema em çavê xwe miç bikin, wê xelk me hesane bigrin. …Her wext bi şik û guman û bi tirs û bi hêrz derbas dibê. Faqîrtî bela serê Gel bûye jîyaneke rojane.
..Zarokê malê nizanin êdî çibikin. Dema dema şerê hevdû dikin û dem dema li himberî bav û dayîkê xwe helwest didênin û di revin ji mal û malbate xwe.
..Ên Ku diçine dibîstanê ne bi dil û daxwazî diçin. Ji xwere dibêjê ez biçim dibîstanê ezê bibim çi? Jibon ku umud nemaye û ên ku zanengeh xilas kirine bi mîlyone bê kâr û bê meslekin.
..Bav dimînê şaş û dayîk bê çare û mecale. Zarok dikevê depresyonê û ji malê di revê. Êdî xêr li rêçkâ wî û gelo aqîbet wê bibê çi ne dîyare.
..Berpirsiyar bê xem û bi pisgirêkê xwe meşkûle. Meqam û mewkî her tim li pêşe. Jibon popilîstîye Dinyayî şaredar û mîne va hinek gav tavêjin. Ew jî nîvrê dimînin,yek ava bikê ,ên dîtir xera dikê û Gel dimînê şaş.
..Bandikin, yek anjî çendek dibêjin hilbijartine. Lê di çi şert û merce de. Dema fikir û reman bênin ser ziman gelo aqîbet wê çawa bibê ,ew jî ne dîyare.
Web limin nizamim iç bêjim. .Şeve û tave heyvê ye.Zarok dimrin û dayîk û bav digirîn. Hawar nîne û bar girane li Nisêbîne wêran.
..Sîlopî taristane, Cizîre Boran dibin şer û fermandeye wey bavo hâl limin nîne. Mîne Şengal û Kobanê, dayîke min bandikire min di got were kurê min ez ji tere çîrokekê bêjim.
..Min ku başe dayîkê vaye ez têm. Min ku de kerem bikê bêje dayê ez guhdar dikim.Kurê min şensê me ketîye gûhê ga de. Em Mîne çûkê bin hejikin. Dema em serê xwe di rakin li serê me didin.En hindik em sed salî nayên ser hişê xwe.
..Wextekî li welatekî kanîyek hebûye. Jinê wî warî sibehe radibin û cêrê xwe didin ser milê xwe û diçin ji ava kanîyê dadigirin û têne male xwe. Ava wî warî ew tenê bûye. Rojek ji roje diçin ser kanîyê û tiştekî ecêb dibînin. Ava kanîyê girike û zelalbune xwe winda kirîye. Meraq dikin û ji hevdû di pirsin. Lê tiştekî fahm nakin.
..Dema bi hevdure mijûl dibin Zehakek serê xwe radikê û dixê qêrîn û dibêjê heta hun min birçî bihêlin wê ev av jî girik bê û hunê bê av bimînin. Beri vê aqubete nexweş xelkê wî warî keçek mîne bukê di xemilandin û didane Zeha û ava xwe tanîn. Roj hat keçi neman. Yek maye ew jî bi dergîstîye wê bibê bûk. Jin vedigerin malê û zilame agahdar dikin. Meclîs li hevdû di rûnin û çareserî çîye nîqaş dikin. Tevde fikir û remanê xwe dibêjin lê çareserî nayê. Di wê demêde zavê jî tê civînê, berbisîyarê civînê ji zave fikre wî di xwazê.
..Zave dibê jê ji mi re kêreke pola piçûk bibînin û xemla bûkê limin bikin û min bibin ser kanîyê. Lê bi Zeha re bazarekê bikini. Bêjin ev keça me wî bibê bûk û gelek bi qedir û qîmete. Emê bidin te lê ne cû daqurpê. Wisa dikin û Zeha jî qabul dikê. Zeha devê xwe vedikê û di xine devê Zeha. Zave kêrke xwe derdixê û zikê Zeha didê ber kêra. Xwîne Zeha dikevê nav ava kanîyê û rengê kesk,sor û zer û spî û gewher derdikevê holê û ew reng Alê temsîl dikê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: