Nivîsar

Eger armanc ne Kurdistan be wek din vale ye

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên herêmî de, pirsa kurd bi awayek gelek cuda bû babetê propaganda partiyên siyasî.

HDP dema jêre pêwistbe bi gotin behsa Kurdistanê dike. Ji bilî vê ji bo wan doza kurd û Kurdistanê ne di rojevê de ye. Di dema propaganda hilbijartinan hemûyê de, gotara sereke ya HDPê, behsa “tecrida“ Ocalan bû. behsa grevên birçûbûnê bûn. Li himber AKPê bi mejiyek çepitî propagande dikiran û ne di pencera Kurdistanê de behsa AKPê û siyaseta Erdogan dikiran.

Ji aliyekî li dijê MHPê derdiketin û AKP bi hevalbendiya MHPê tawanbar dikiran, lê ji aliyek din pişgiriya MHP a xwe(IYI Parti ) dikin. CHPê bi çi awayî behsa Erdogan dikira HDPê jî bi heman awayî behsa HDPê dikira. Yani di rojeva HDPê de gotara kurd û Kurdistanî tunebû.

Li himber vê propaganda HDPê Erdogan gelek bi tund li dijê HDPê axavtinên xwe dikiran û gelek cara di kesayeta HDPê de behsa kurda û Kurdistanê jî dikira. Ev gotara Erdogan mimkine li Tirkiye di nava Tirkan de bibe sedema destxistina dengan, lê di heman demê de li aliyê kurda û di nava dengdarên kurdan de bû sedemek ku Erdogan denga winda bike.

Kurd hemû na PKK/ HDP ne. Ji bilî wan jî kurd hene û denga didin partiyên din , heta dengên herî zehf didin AKPê bi xwe. Lê gotara Erdogan ya bi zimanê MHPê kurd êşandin û bo sedem ku dengên AKPê hindikbê jî li Kurdistanê de kêm bibin.

Dema tu li pencereya Kurdistanê re li van hilbijartina binêrî piranî ji partiya behtir li gora kesayeta berbijêra denga didî. Lê ji bilî berbijêrên serbixwe yên ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat pişgiriya wan dike, tu berbijêrek behsa doza kurda li bakurê Kurdistanê bike tuneye. Eger tu wek kurdekî dengê li gora pîvana kurdbûnê bidî gerek tu dengê xwe bidî berbijêrên serbixwe. Yanjî naçî li ser sendoqê dengê xwe nadî.

Ew siyaseta ku kurda di kesayeta HDPê de dibîne û êrîşek tund dibe li ser PKK/HDPê di bingehê xwe de propaganda HDPê dike .

30.3.2019

Nûçe/Analiz

N.Firat

Back to top button