Min dît û nabêjim (Roman)

0
27

Silêman Çakir

Her çiqas em di meşîn deşta Amed û deşta Mêrdînê hevdû temam dikirin,mîne ezman û stêrke. Sekna meyî li Siltan şêxmûs hêja bû. Kânîye avê newale li himber bi hevre di kenîn ,mîne evîndar bi evîne xwere bi kenê. Piştî bêhn berdanê bajovan bankir ku em di meşin. Bere kesek nemînê. .!Em suwar bûn û wesayît berdewam kir.Çiqas em di meşîn bajarê Lerî û Lorî mîne gerdane gewre xwe derdixist holê. Braderekî ku Mêrdîn hewqas bedewe lê ligor min tiştek jê kême, min ku çîye? Ku çime Bîre wê tûnene? Dema wisa got Bîre qederê û Bedirxanî û bi taybetî Celadet Elî Bedirxan hate bîre min…

Jibon vê minasebet û kedera di dilê minde ezê hinekî Mîr Bedirxan bênim ser ziman û bahsa wî bikim. ..

….MÎR  BEDIRXAN….

Mîr Bedirxan ,ji zarokên Xalidê kurê El-Welî e. Ew ê ji alîyê Yezdan ve bi navnîşana “”Seyfulah””(Şûrê Yezdan)hatîye xelat kirin .û ji alîyê Pêxemberî ve jî, ji alîyê pêbawerîyê ve hatîye teqdîrkirin.Ev girêdane bi rûmet, ji Ebdulezîzê nevîyê Xalidê kurê El-Welîd dest pê dikê. Di wê dema, bi cîhhada Îslâmî Xalidê kurê El -Welîd herêma Amedê vegirt, ew nevîyê wî Abdulazîz bûbû walîyê Amedê. Eve hezar û dused û kisûr sal e di Kurdistan û serdorê wê de, bi îradeye xwe ya bi hêz ,ji alîyê Kurdistanîyan ve bi şeref û asalet, bi navê  (Azîzan)têne naskirin.Ev kelîme, ji nisbetdayîna vê malbatê bi nevîyê Xalidê kurê El-Welîd, Ebdulezîz ve ji kelîmeya “”Ezîzî “”hatîye tehrîfkirin.

Kursî yê mîrîtiya Kurdistanê ji wê demê ve, Kurî ji babî bi riya werasetê dewr stendine û li pêşberî Gelê xwe bi rêvabirina bi edalet xwe dane îspat kirin.Her weha di nava xwezayiya kesatîyên Kurd de hestên dilovanîya malbata xwe bi cî kirine.

..Pirtûk :MÎR BEDIRXAN

..Werger:Dr.Fadil Bedirxanoxlu.

Rûpel :14

Liser navê Komeleya Kurdan

Litfî

Enstîtuya Kurdî ya Amedê.

.Em gihiştin qonaxe jêr û jor,braderekî ku ev gûnd gelek kevnin, min ku tu çawa zanê ku ez lê gerîyeme, min ku dema ku mirov ji Amed tê li milê çepê ser serê wî girkê bilind mîne xanîyekî xwûye dikê heye, gelo girêdane wa bi hevdûre heye? Ku nizanim..

Em gihiştin bajarê Marîye û bajovan ku çend deqîqe hûn kârin bêhna xwe berdin.Rêwingî daketin û herkes ligor xwe tiştek kir,ez jî derketim qeraxe gerajê milê deşta Mêrdînê. Ne serî hebû û ne binî. Min jî xwere got ev deşta pîroz û mîne êsîrê ji Botan ku zîndan kirî bê. Çime gelo?

…DI DILÊ MINDE…

Hasreteke wisa ye kî,

Tevlû kedere mine.

Ser hildane dilê minî ne sekan.

Jibon tu ne li cem min ey yar.

..Naz bûne te ji dilê min re.

..Bide wa destê xweyî ketkâr.

..Dilê min di ricifê.

..Di cemidê li dîyare.

Bistîne kefa miste xwe bere germ bibê.  Nefesa xwe bide nefesa min.

Ez tê kevime xeyalê kûr.

Heta tu himbêz nekê vî dilî.

..Wê tim sar û cemidî bê ev beden.

..Bê te xeyal nabin ey Zerî…

..Bê te min tim sare ey yar.

..Têxe bingehîya dilê xwede yâr….

Nivîskâr :Silêman Çaqir  (mamoste)

..Çime helbest ,jibon sirrê jîyanê ye.Jibon heqîqeta jîyanê ye.Dert û kûl giranin,mîne kelha Mêrdînê. Em meşîn û dîse newala Qûtê û zîndane gûnehkâr. Ku çime Newala Qûtê? Bi hezare gotin û hêvîyè Kurde di heyva semawerzêde xwestin qût bikin,lê qût nabê. .Deşta Mêrdînê bandikir Cizîre Botan digot Tu xwedî Mîr’î ey bajarê dilovan.Nisêbîn xemgîne. Gelek kurê bava qetil bûn li bajarê Selman.Gelek care wêran bû bajarê Nesibe, hinek dibêjin hivdeh  (17)car û hinek dibê jin neh (9)car..Zarokê Nisêbînê birîndarin. .Dema hişyar búm em gihiştibûn geraje Ehmedê Reş..Daketim û ew rojê xweş û geş û di dawî de ew rojê reş ku 670 mirov bi faîlê windayî qetil bûn. Bi taybetî 1989-1994’de…

..1806’de li silêmanîye ji Kurdê baban serhildane Ebdurrehman paşe.

..1812 de serhildane Ehmed paşe

..1832’de li Rewandiz serhildane Mîr Muhammed.

..1834’de li Bîtlîs serhildane Şerîf Ehmed xan.

..1833-1837’de serhildane Mîr Muhammed (soran)

..1838’de serhildane Xan Mahmud’ê yekem.

..1839 ‘de serhildane  li hereme xerzan. (Amed).

..1842-1847’de Serhildane xan Mahmud ê dú  (2)yem.

..1843-1847’de serhildane Bedir xan.

..1843-2846’de serhildane şêx Ubeydullah Nehrî. …

Pirtûk :Dîroke Kurde.

Nivîskâr :Aytekîn Gezîcî

Rûpel :278. ..

Weşanxane :Tutqu  (Merem)

wek vane û ên ku nehatine nivîsandin bi seda û zêde tir serhildanê Gel’ê Kurdin Dema telaffuz bûn ku wey bavo û hên jî berdewame..

Min gelek bêrîye navçeye qişlê kiribû, min ku ez biçim serekî li wê taxe pîroz bikim..Bê deng,xemgîn û birîn kûr bû, ne min deng derxist û ne taxe qişlê. Min xatir xwest û çûme Kelha Dîrokî.

Belê Nisêbînê. ..Çavê felekê kor bê. Min çi zanî bû, ez rebenê Xwedê. Ku sê care ji gundê  xwe sirgûn bûye û temenê wî di zîndan û sirgûne de derbas bûyî ku,Nisêbîn’e min wê bikevê vê rewşa xerab de…

..Li milekî qontre, hinek dibêjin Gladîyo, hinek dibêjin şerê bira ku jî, lê talan kirin pare Nisêbîn’e mine. .Erê Nisêbîn te gelek şehîd dan û gelek teşqele hatin serê min û te. Bi ser kedà te yî pîroz de xendek bûne bela serê min û te Nisêbîn. Bi hezare zarokê te winda bûn û bûne hedefa top û tivinge. Gotin emê te azad.bikin lê bombe xistin bin dilê te û teqandin Nisêbîn. Bi hezare mal û xanîyê te xerabûn û wêran bûn Nisêbîne delal. Ji xwe xeta reş a navdewletî di sê qozîde lite mahnekê bû û xefk veda bu Nisêbîn.

..Dawîye dawîde tu penaber bû û birîn lite kûr bû warê şêx Selman û Zeynelabîddînê oldar.Kanî ew zimanê te yî zarokî, kânî ew dtranê te ?Kanî ew Xemla te?Kanî ew xewn û xeyalê te de vegere û wer ser dema xweyî Netew ey Nisêbîn…….!

..HEY NISÊBÎN, HEY…….!

Kê tu girîyend û xemgîn kir.?

Kê fîşeke berdane dilê te?

Kî lite derket nankor.

Li te xîyanet kir,

Tu terk kirî.

Hey Nisêbîn,hey. …!

..Dîrok te bîr bînê.

..Zanê û silav li te dikê.

..Li Heran zarokê te.

..Li Moryaqup feylezofê te.

..Li Mezra Botan dengê te heye. ..

..Hey,Nisêbîn Hey…!

Min jibon te silav anîn.

Ji Nurhaq.

Ji zagros kûlîlk.

Û gûle Laleş.

Gûle çîyayê Laleş.

Hey Nisêbîn tu megrî. ….!

..Sêrê te hilda yî ye, anîye te spî.

..Dilê te evîndare.

..Nevîyê te evîndarê rojê.

..Fırat,Dîcle bukânî li xwe kirîye lite di kenin.

..Hey Nisêbîn Hey……,

..Ez jite hiz dikim..

Rabe jî xewa kûr.

Çavê xwe berde rojê.

Dilê xwe veke jibon yarê.

Azadî te silav dikê.

Ji Hz.Îbrahîm Xelîl.

Ji Mem û Zîn jibon te.

Min mizgînî anî.

Hey,Nisêbîn, Hey…..!

Ez jite hiz dikim…….

..Pirtûk :Gazîye min qîrêna mine. (Haykırışlarım şiksyetlerimdir)(Tirkî )

..Nivîskar:Silêman Çaqir.

..Wegervan:silêman Çaqir

Rûpel :33

Dilê min xemdar û ez gelek bi hêrz búm. Di xeyalê kûrde ez di çûm û di hatim.Min ku bi xwedê hey ez hatime ezê turekî dîtir bavêjin li Nisêbîn’e bi dert û kûl de.Dema ez gerîyem min çend nas dîtin newêrabûn bi dilekî re hat limin bi sekinin. Min jî xwere ku wey bavo û wey limin.Êdî min berê xwe dayî Kelha Dîrokî. Gihiştim gûnd û min malbat da hevdû. Min ku limin gilî bûye, bêhengî ji vire, ez bim çendek ji malbatê biçin dû malbatê ku ez bêjim, ji ware bêjin bese û rawistin.

..Pêşnîyara min qabûl nebû, bîryareke nû sitandin û gotin bere keko Ehmed û Xwedê jê razî Ebdurrezaq Aqtox biçin Dehê cem Mîdîr bêjin vê meselê çareser bike. Min ku Valeye lê wek min nekirin û çûn û çareser nekirin,jibon ku ez rawistim ku me gotîye Mîdîr û gotîye bere werê û biçê ser kârê xweyî cîyê nû. Ez gelek aciz búm û bi hêrz bûm. Roja dîtir min kesek agahdar nekir û ez daketim bajêr, min berê xwe dayî sêrttê ofîse rojname son sozê  (Gotine dawî ).Çend brader liwir bûn. Min mesele ji ware got,piştre birazîyê Xalo Mixtar hat. (R.T)dema ez dîtim kêf xweş bû, lê jibon min jî xemgîn bû, min jê pirsî çi heye û çi tûneye? Ku ev heye gelek car ku leşker biser gûnd de digirê û lite di pirsê. …

Min deng dernexist û rabûm, min xatir xwest û berê xwe dayî metropolê. ..Min ku bi xatirê te Mezra Botan…..

 

Wext di navbera Bihar û zivîstanê de êsîr bûbû. Ez mahkûmê Komar ,jibon ku ez Kurd bûm. Berê min li welatekî ku nû ezê bibînim.Pişt minre dert û kûl û Merem di man,di pêşîye minde rewş ne zelal bû, şik û goman û kûl û kedera ez êsîr kiribûm.

..Pişta min sar û dilê min gûme gûme wî bû. Min jî xwere digot ey Xwada ma ne bese. ?Ezman dur û bilind bû, erd sar û cemidî û rêçkâ ku ez pê de di çûm dur bû. Min jî xwadayê xwe di xwest mirin xweştire ji vê bindestîyê. Mirin careke lê, mirine bindestîyê her tim ey Xwada. ..!

..Wesayît bi pêşve di çû dilê min bi paşve di vegerîye. Ne umudu hebû û ne tu mizgînî. Mîne gemîye di derya de û bê bajovan ez di çûm, lê di çûme kûderê ne dîyar bû. Ketim nav bajerekî navê Mêrdîn û derbas bûm gihiştim Qoser û Rehayê. Warê Îbrahîm Xelîl mîne wî ez jî, jiber zilmê di revîyem,lê ev Reb heta bi kûder û heta kengî ji xwe ne dîyar bû. Reqe reqa wesayîtê ji qoncalê rêçkâ Rehayê, ji toz û dumanê ezaman winda di bû. Min ku gelo rojek wê bê ku ez pirtukekê bi nivîsim û navê wê dênin “”EVÎNE MIN DI HERANDA VEŞARTÎYE “”û ew daxwazîye min piştî gelek sal ku derbas bû pêk hat û jibon ku zimanê min Kurdî qedexe bû min bi Tirkî nivîst û di weşane Arı Senat de hate weşandin…

..Wey bavo wey li hâlê min bê. Dema min ev gotin ji xwe pirsî dîse Xwedê jê razî Ehmedê Xanê hate bîra min…

..Ez mame di’hikmeta Xudê da.

Kurmanc di Dewleta dinê da.

..Aya bi çi wechê mane me’hrûm.

Bilcumle ji bo çi bûne me’hkûm.

..Wan girt bi şîrî şehrê şohret.

Tesxîr kirin biladê himmet.

..Her mîrekî wan bi rezmê Rostem.

Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan

..Kurmanc çi bûyne şubhê burcan.

Ev Rom û ‘Ecem bi wan hesarin.

..Kurmanc hemî li çar kenarin.

Herdû terefan qabîlê Kurmanc.

..Bo tîrê qeza kirîne armanc.

P:Mem û Zîn.

Weşanxane :Nûbihar.

Şîroveker :Perwîz Cîhanî.

Rûpel :212-213-214-215.

Heta ji toz ,herî û dumane Rehayê em derbas bûn, dilê min hindik mabû ku derbasî cîhane ebedî bibê. Bê himd ez Ketim xewê de.Dema ku ez hişyar búm, min xwe li warekî cûda dît. Min ku wey bavo oo, wey. …Bajarê xelkê mîne behişt, bajarê warê min mîne cehenemê. Strane Xwedê jê razî hozan Bihamed şêxo hate bîra min…

Ey felek jibon te di nalim.

..Şevê giranî ye xwe danî ser jîyanê û ketin sînorê bajarê metrepol, denek hat ku Gelî rêwingî yê me. ….!Hindik ma ku em bi gihijin bajarê Estenbol, jibon vê minasebetê em nîv seat bêhna xwe di berdin û piştre em di meşin,heta bi Estenbol em na sekinin……

 

 

Nerîna min :