Polîtîk

Bila hemû alî dest bidin hev û berjewendiyên gelê me biparêzin

Polîtburoya PDKê bi minesebeta ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serkeftina lîsta PDKê di vê hilbijartinê de, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tevahiya aliya piştrast kir, ku ewê di astê bawerya gel de bin.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, ku gelê Kurdistanê bi nûkirina baweriyê ji PDKê re, da xuyakirin ku ew Kurdistaneke bihêz, aramî û ewlehiyê dixwaze, herwiha avakirin û pêşketin û xweşguzariyê dixwaze û ev armanic bi partiyeke bihêz û pêşeng tên bicîkirin.

Di peyamê de hatiye: “Em hemû aliyan piştrsat dikin, ku emê di astê deng û baweriya gel de bin û emê xwestek û îradeya gel di pêkanîna Hikûmeteke bihêz û yasaperwer û xizmetguzar de, bicî bikin.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “Serkeftina mezin a lîsa PDKê di vê hilbijartinê de belge ye ji hişyariya siyasî û ji pêbendiya xelkê me bi rêbaza rast a kurdayetiyê û niştimanperweriyê. Miletê Kurdistanê PDK xelat kir li ser helwêstên PDK yên neteweyî û niştimanî, ku xebatê dike bi dijwarî di ber destkeft û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê. Herwiha ji ber dilsoziya PDKê bo Hêzên Pêşmerge yên qehreman. Miletê Kurdistanê PDK xelat kir ji ber ku PDK di rojên dijwar de berpirsyaretiya Kurdistanê avêt ser milê xwe û hebûna Herêma Kurdistanê parast û li dijî pilan û êrîşan xwe neçemand.”

Herwiha Polîtbîroya PDK got: “Tevî têbîniyên me li ser birêveçûna piroseya hilbijartinan li hin navçeyan, lê dîsa em tekeziyê li ser peyama yekrêzî û yekdengiyê dikin û em bihêvî ne, hemû alî dest bidin hev û berjewendiyên gelê me biparêzin û xizmeta xelk û Herêma me bikin ewlewiyet.”

 

Back to top button