Berhem Salih serokomarê Ereban e

0
19

 

Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî li ser hilbijartina Berhem Salih wek serokomarê Iraqê got, “Ne pêkan e ku bo Kurdan karekî sûdmend bike. Ereban ew hilbijart. Serokomarê Ereban, serokomarê hikûmeta Iraqê ye.”

Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku Kurd her dema derfetê bibîne dê mafên xwe biparêzin û got, “Referandum bo Kurdan di warê diyarkirina qedera xwe de gelek girîng bû. Karta referandumê dê ti caran vala nemîne.”

Dr. Beşîkçî dide zanîn ku lawaziyeke Kurdan heye û bo vê yekê dibêje: “Hesta nîştimaniyê bipêş neketiye. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê perwerdehiyê bo pêşxistina hestên neteweyî û Kurdistanî bide.”

Dr. Îsmaîl Beşîkçî bo beşdariya 13emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan serdana Hewlêrê kir û li vir pirsên Rûdawê bersivandin.

Rûdaw: Piştî biryara referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê hinek bûyer rûdan. Hinek derdoran ew bûyer bi sazkirina referandûmê ve girêdan. Hûn di derbarê vê yekê de çi difikirin?

Gava em van baxivin divê em behsa bingeha pirsgirêkê bikin. Bi baweriya min ew jî ev e; Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem Împaratoriya Osmanî belav bû. Axa Împaratoriya Osmanî ya li rojhilata nêzîk û rojhilata dûr ji aliyê dewletên serkevtî yên Şerê Cîhanê yê Yekem ve hatin dabeşkirin. Ev Brîtanya û Fransa bû. Wiha dabeşkirin; Iraq, Urdin û Filîstîn koloniyên Îngilîz hatin avakirin. Sûriye û Lubnan jî wek koloniyên Fransayê hatin avakirin. Wê gavê divê pirseke wiha bingehîn were pirsîn: Gava ku Iraq, Urdun, Filîstîn, Lubnan û Sûriye hat avakirin, bo çi kurdistanek nehat avakirin?

Di sala 1919a de li Başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûd Berzencî ev tişt bo Îngilîzan digot, “Ez Şahê Kurdistanê me! Min wek Şahê Kurdistanê nas bikin.” Dewletên emperyal ên wê demê Brîtanya û Fransa, ne kurdistaneke serbixwe, destûr nedidan kurdistaneke kolonî. Pirsgirêka bingehîn jî ev e. Di salên 1920a de di serdema Cemiyeta Neteweyan de Kurd û Kurdistan hatin dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Ev bo Kurdan û Kurdistanê operasyoneke gelek giran e, wek parçekirina îskeletê mirovekî ye. Wek belavbûna mejiyê mirov e. Karîgeriyeke wê ya wiha çêbûye.

Wek nimûne; Îro her çi qas serjimara Kurdan 50 milyon e jî, li Neteweyên Yekgirtî, li Konferansa Îslamê de ti bandoreke wan tune ye, statuya wan tune ye. Herkesî aliyekî Kurdistanê dagir kiriye, 2 hêzên emperyal ên dem axwe, Brîtanya û Fransa û yek jî wek du delwetên Rojhilata Navîn Împaratoriya Osmanî û wek berdewamiya Îmsparatoriya Osmanî Komara Tirkiyê. Ev her çar hêz ji salên 1920a vir ve bi ser Kurdan û Kurdistanê de girtine. Armanca wan jinavbirina Kurdan û Kurdî ye ji dîrokê.

Îcar ev serdemeke wisa ye, ku herî di vê serdemê de neteweyan behsa qedera xwe û paşeroja xwe dikir. Ji Yekîtiya Sovyetan Stalîn, Lenîn, Troçkî, li Amerîkayê Serok Wilson di warê diyarkirina pêşeroja neteweyan de xebatên berbiçav û axavtinên gelek girîng dikin. Di demeke wiha de Kurdistan hat dabeşkirin û parçekirin. Bêguman ev bo Kurdan operaysoneke pir giran e.

Li Rojhilata Navîn statukoyeke nû

Di salên 1920a de li Rojhilata Navîn statukoyeke nû tê damezirandin lê ev ti statukoyekê nade Kurdan. Cemiyeta Neteweyan bo çi hat avakirin? Bo vê yekê hat avakirin: Em Şerê Cîhanê yê Yekem bifikirin. Rêveberên dewletan di navbera xwe de digotin, “Şer ne baş in. Nakokiyên di navbera dewletan de bêyî bibe pirsgirêk, nabe werin çareserkirin? Divê bo vê yekê çi were kirin?” Cemiyeta Neteweyan di çarçoveya vê armancê de piştî Konferansa Parîsê (1918-1919) hat avakirin. Ev yek, hewldana bo pêkanîna aştiya navdewletî bû. Di vê hewldanê em dixwazin vê yekê derbibirin. Tu (Cemiyeta Neteweyan) hewl didî aşitiya navdewletî pêk bînî lê di vê serdemê de Kurdan, Kurdistanê dabeş dikî, parçe dikî! Ev bêaramiyeke mezin e. Kurd her gava ku derfetê bibînin (salên 1920a, 30yî, 40î) dê mafên xwe, azadiya xwe bixwazin. Cemiyeta Neteweyan bo pêkanîna aşitiya navdewletî hat avakirin lê ev armanc bi cih nekir.

Li pêş rûdana Şerê Cîhanê yê Duyem nebû asteng. Lê Kurd di vê serdemê de jî li ser piyan bûn. Wek nimûne: Mehabad, di salên 1940î de damezirandina Komara Mehabadê û rûxandina wê… Wate Kurd di vê serdemê jî li ser piyan bûn.

“Nabe ku referandumê bavêjin ser sergo”

Em werin ser refarandumê. Referandum bo Kurdan di warê diyarkirina paşeroja xwe de gelek girîng bû. Di 7ê Hezîrana 2017a de Rêveberiya Herêma Kurdistanê daxuyand, ku dê di 25ê Îlonê de referandumê birêve bibe. Piştî vê qonaxê Bexda di serî de, Tirkiye, Îran û Sûriye bi awayekî tund li dijî vê yekê derket. Wan gotin, “Referandum ti sûdê nade Kurdan. Divê neyê lidarxistin.Qîmeta wê tune ye.” Li gel van Brîtanya, Almanya, Fransa û Amerîka jî li dijî referandumê derketin. Herwiha Neteweyên Yekgirtî, Konferansa Îslamê li dijî referandumê derket. Wateya vê yekê ev e: “Mafê we tune ye ku hûn paşeroja xwe diyar bikin. Tenê em dikarin paşeroja we (Kurdan) diyar bikin. Çi bo Kurdan bi sûd an jî zirar e, e dizanin, hûn nizanin.” Bo vê yekê birêvebirina referandumê di 25ê Îlona 2017a de bi tena serê xwe bûyerek e. Piştî wê çi rûbide bila bide, lidarxistina referandumê gelek girîng e. Encameke gelek girîng hat bidestxistin.

Rûdaw: Ji raboriyê heta roja me beşeke Kurdan hewl didin mafên xwe bi dest bixin, beşeke Kurdan jî li dijî vê daxwazê derdikevin. Em dikarin bibêjin, ev rewş encama lawaziya di navbera Kurdan de ye?

Bêguman ev lawaziyek e. Ji ber ku em behsa pergaleke cîhanê ya li dijî Kurdan dikin. Di salên 1920a de hatiye avakirin û di salên 1945a de berdewam dike. Di salên 1950yî de pergala li dijî Kurdan bi awayekî herêmî pêk hat û bi pergala navdewletî ya dij-Kurdan berdewam dike. Ev çawa bû?

Brîtanya ji Iraqê veqetiya û serxwebûn da Iraqê. Gava ji Iraqê veqetiya, wek ku malê xwe radest bike, Kurdistan jî radestî Iraqê kir. Fransa jî ji Sûriyê veqetiya û serxwebûn da Sûriyê. Lê Rojavayê Kurdistanê jî tevlî Sûriyê kir. Daxwaz û qêrîna Kurdan nebihîstin. Di 5-10 salên dawî de em vî tiştî dibînin: rêkevtinek heye ku Kurd li dijî Kurdan pêk tîne, ku dibêjin, “Em dewletê naxwazin. Sûda dewletê tune ye. Ya girîng yekrêziya Iraqê ye.”

Bo posta serokomariya Iraqê wek Kurdekî Berhem Salih hat hilbijartin. Hûn difikirin ku Berhem Salih dê mafên Kurdan biparêze?

Di 16ê Cotmeha 2017a de Kurd rastî îxanetekê hatin. Rêveberiya Iraqê û Heşda Şeibî li gel Kerkûkê êrîşê herêmên din ên li derveyî Kurdistanê kir û di vê pêvajoyê de yekîneyên Bavil Talebanî, ku peywira wan parastina eniya Kerkûkê bû, bo bi awayekî nehênî ji wir vekişin, rêkevtinek çêkir. Sibeha 16ê Cotmehê jî ev yek hat pratîzekirin. Bi baweriya min Kurd di 2yê Cotmeha 2018a de rastî derbeyeke nû hatin. Berhem Salih di encama hilbijartinên Iraqê di 12ê Gulanê de ti tiştek bi dest nexist. Di proseya hilbijartina serokomariyê de beşek ji YNKê xwest ew vegere û bibe berbijêrê serokomariyê. Ew jî bêyî bi hevalên xwe bişêwire, bû bebrijêrê serokomariyê yê YNKê. Li gor baweriya min tiştekî ku bo Kurdan bike, tune ye. Ne pêkan e ku bo Kurdan karekî bisûd bike. Ereban ew hilbijart, di encama hilbijartina Erebna de bû serokomar. Ew serokomarê Ereban û hikûmeta Iraqê ye.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê encam da. PDK bi awayekî berbiçav di pêş partiyên din de bû. Niha jî karên bo pêkanîna hikûmeta nû tên meşandin. Pêşniyarên we bo karên hikûmeta nû çi ne?

Li gel Kurdan lawaziyeke wiha heye. Hesta nîştimaniyê bi pêş neketiye. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê perwerdehiyê bo pêşxistina hestên neteweyî û Kurdistanî bide. Beşeke girîng ji Kurdistanê li Londonê perwerde bûne lê venagerin ser hizra azadiyê. Iraq, Tirkiye û Sûriye bo wan girîntir dibin. Ev lawaziyek e. Pêşneketina hestên Kurdî lawaziyek e. Divê di vî warî Hikûmeta Kurdistanê hewldaneke mezin bide.

Gava fikra serwxwebûnê dibe rojev, dibêjin, “Tirkiye, Îran, Brîtanya, Fransa, Neteweyên Yekgirtî li dijî vê yekê ne.” Dibe ew li dij bin lê li vir ya girîng ew e, ku divê Kurd Kurdistanê bi biryar bixwaze. Ji ber ku girîng e ew jî beşdarî malbata neteweyan bibe.

Rûdaw

Nerîna min :