Cîhan

Dê rejima Îranê birûxe

Wezîrê bergiriya Îsrail Avigdor Lieberman, ragihand ku heta Îran ji bo çêkirina çekên atomî bixebite tu cezayên Amerika li ser Îranê encamekî nade. Lê dê guvaşa li ser desthilatdariya Îranê bike ku hêdî nikaribe piştevaniya terorê bike.

Di derbarê Îranê de Lieberman got: Wek çewe gelek rêjîmên Komînîst ên ser bi Yekîtiya Sovyetê ve têkçûn, dê di encamê de rêjîma Îranê jî birûxe. Lê dibe ku hinekî dema ketina rêjîma Îranê dirêj be.

Lieberman di axavtinek ya xwe ji bo Lêkolînên Stratejîk de got: qonaxa yekem a sizayên Amerîkayê, gelek bandor li rêjîma Îranê kir û hişt ku aboriya wê lawaz bibe û veberhênana biyanî jî li wî welatî kêm kir.

Liberman zelal kir, ku qonaxa duyem a sizayên Amerîkayê wê bandoreke mezintir li Îranê bike, ji ber ku wê Tehran nema karibe piştevaniya terorê bike û ev yek wê bandoreke nerênî li Hizbulaha Lûbnanî û Hemas û birîkarên Îranê li Yemen û Iraqê jî bike.

Back to top button