Min Dît û Nabêjim

Silêman ÇakirMin Dît û Nabêjim /24/N-Mirov dema ziman nizanibê, dikevê gelek şik û gomane de.Zaroke ji zimanê Tirkî fahm nedikirin, jibon ku nizanî bûn. Dema Mamoste derket bi qambilî wa,mîne çûkê bin hejik melûl û bê mecal diman. Tevde daketibûn hewşa dibîstanê û li benda Mamoste bûn.Piştî wextekî kin Mamoste hat.Bedlê wî liser û qrewata wî, qûndire di lingê wî de, mîne artiste bû. Faqîrê zaroke hinek şekâle lastîkî û hinek şimik di pîyê wa de bûn.Liser wa qutik û pîjeme bû.Mamoste hat û gote me kî bikevin rêz bûne,lê kesekî jê fahm nedikir.Dema bandikir zaroke digot oxlum, zaroke jî ew gotin dû bare dikirin…Dema ku zaroke gotinê Mamoste dû bare dikirin,ji rehê xwe derdiket,dikire bire bir,dinav zarokê ku hatibûn dibîstanê çendek jê, bêrî ku dibîstan çê bibê, ew diçûn dibîstane gûndê cîran.Hinek di çûn pole çar (4), hinek jî di çûn pole pênç  (5), dema ku Mamoste bi hêrz bû yek jiwa derket holê û bû âlîkâr jibon Mamoste, wî bi Tirkî digot,şakirtî jî gotinê wî we di gerand Kurdî. .Dema xwendevan bû àlîkàr Mamoste hinek re hat bû. .Jibon ku dibîstan nû çê bû bû, hewşa wê gelekî tevlî hevdû bû.Latin têde bûn,en hindik deh ton,bêhtir hebûn.Tilmê axê bîst metre bilind bûn, hâlbukî dema xilas kirin  divabe rast kiribane,paqiş kiribane,dar jî têde çandibanê, lê yek jî nekiri bûn. .Wer hasil ew tişt zaroke kir,piştî wextekî pêde. Édî zarok bûne çar (4)rêz,âl anîn,dest bi sûnd û merşê kirin,me tiştek fahm nedikir, heme wisa deng derdixistin…Piştî sûnd û xwendine merşê bi yek rêzîtî em xistin polê. … Min Dît û Nabêjim /24/s/ Mamoste xortekî ji Anatolîyê bû, çend tişte wî bi Gûndîye re dayî qabû kirin..Xortekî bi edeb û dilovan bû, çalek û bîre wer jî bû.Fahm kir ku Gûndî Kurdin û zarok bi Tirkî nizanin..Li himberî Gel hûrmet ji dest nediberde. Pola (oda)dibîstanê yek bû  (1)zarok di sê  (3)qatagorîye de bûn. Pole yek,(1)pola çar(4),pola pênç(5).Ên ku di pola yek de wî bêne xwendin texrîben sed zarok hebûn (100)tevde nêzîkè 115-120 zarok bûn.Ji xeynî perwedetîyê kârê dî jî hebû. Avanîye dibîstanê jibon ku nû bû û hewşa wê ne rast bû.Jibon bênh berdanê û lîstike zaroke ne amede bû. Mamoste programek pêk tanî gelekî bi ser diket. Zarok xistin sê  (3)qafîle. Ên mezin çend seatte di derve liser hewş û dîwar û serdore dibîstanê di xebitîn.Ên di pole yek de wa ser ziman û xwendinê wa fêr dikir.Piştre grube dûyem dida xwendin bi ên ku li derve di xebitîn.Di dewra yekem zarok derbasî xwendinê bûn (fêr).Dema zarok fêrî xwendinê dikir,wa perwerde dikir ji navê serdorè dest pê kir,berî navê serdorê xwe nasdan bûn pêk anî. .Çaxê wa perwerde dikir bi dengdarî pêk tanî, mîne,navê şibakê dema dida nase bi Kurdî ji şagirtîye fêr dibû û piştre bi dengê bilind û bi hevre bi Tirkî digot û dide nas kirin..Di dewra yekem de zarokê xwendin nizanî bûn derbasî xwendinê bûn.Xwendin jî,ji herfa bi ber gotinê de dest pê kir û berdewam dikir…Ew fêrî Kurdî dibû û zarok fêrî zimanê Tirkî û xwendine Tirkî di bûn. . Xebate Mamoste berdewam di bû. Dewre yekem xilas bû. Zarok ketin bêhn berdanê.Berî ku bikevin bêhn berdanê  de,bê zarok wê çibikin ji ware got û sê barê û çar bare kir.Jibon ku zarok jibîr nekin çend xal dane nîvisandin.Qernê zarokê amede kiribû û ber êvar kî wa derxist derve û Ketin rêzê nav bi nav xwend û qernê wa da wa..Piştre jibon zarok bêhn berdan xweş derbasbîbûyî xwest û birê kir.Mamoste çû welatê xwe û zarok bêhn berdan berdewam kirin..Piştî em gihiştin malê bavo li qernê me meyzekir,min cîyê ku dest nîşan bikê min şanî de. Pênûs derxist û dest nîşan kir..Dema li qerne min meyzekir gote min ku aferin..A birakê min hinek kêmasî hebûn,lê jibon wî jî aferin got.Ji me pirsî ku Mamoste jibon bêhn berdanê hûnê liser çi bi xebitin?Min kû Mamoste gotîye çîroke bi xwênin û liser reqema bi xebitin..Piştî ku min ew agahdar kir ,herşey piştî şîvê me bi hevdûre em çend seatte di xebitîn..Bêhn berdan xilas bû û em vegerîyen dibîstanê. .. Di jîyanê de tiştekî zor yek jê nezantî ye. Nezantî barê girane weke êşa bê dermane, lê çime bûye pare me Kurda’ne tev girane.Bindestî kelha nezantî yê ye,ew jî ser me hatîye tapu kirin,gelo çime?;Wext ji wexte Bihar bû, ez kârim bêjim Bihareke rûreş û bê qûdoş bû. .Mamoste Îbrahîm qoç xebateke pîroz kiribû û çû welatê xwe ,lê hiz kirine xwe di dilê Gûndîye de hêlin ava kiribû. Dewrekê mamostekî Kûrd hat û gelek şêrîn bû, min fahm dikir ku dema zarokê Kurde bi Tirkî perwerde dikê hinekî li zora wî dihat.Dema ku aciz dibû sitranê Eyşane Elî digotin,me jî bi kêf xweşî gûhdar dikir,Hiquq di xwend.Piştî dewrekê mayî jibon azmonê xwe çû. Mamoste Tevfik Qaraca hat ji deşta Qonya bû heyranê mewlana bû, lê carna nijadperestî di parast.Li Kelha Newala Bûnisra û serdora wê bû winge winge dû bendîyê û berberîyê. Serdor bû di qet,em di polê de bûn,Mamoste fêre Matematikê dida.Yek car dengê girîyê jine hat,Mamoste dû zarok şîyandin ku biçin bi pirsin,ev çîye?Zarok çûn û piştî wextekî hatin ku oxretmenim,zilamek hatîye kûştin, moralê me tevde xerabû, mamoste gelek xemgîn bû û ku zarokno ezê we bişyênim malê lê hey ji xwe hebin,mîne gûndîye tefekûr nebin,sibe jî werin dibîstanê ..Em berdan û em derketin gûnd,dema ku me pirsî H.A.Hatibû kûştin,kevir li serê wî xist bûn. H.A.mirovekî delal bû, bavê çend zaroke bû û xwedî Malbat bû. Lawê H.Ş.A.bû ên piçûk bû. Ber êvar kî leşker hate gûnd,çend gûndî girt û çendek mahkûm bûn….Kelha Bûnisra pîroz û Dîrokîye lê gûnehkâr re jî. …Gelo çime tim mirin û xerakirin bî giranî bûye pare Kurde?Dema ku xendek li Bakûr dest pê bûn ,xanî bûne jibon xerakirinê û Kûrd bûne jibon mirinê, Tirse mîne ku ev xendek li Başûr jî dû bare bibin,wê demê qîyamete mezine…….?”?. Dibêjin xelkê zilm li Tululî kir,Tululî jî zilm li çêlîkê xwe kir.Bihare kemlana bax û bexçe bû. Wextê dibîstanê em di çúne dibîstanê, wextê dîtir me piştgirî dida malbattê. Pisgirêk û teşqele xilas nedibûn li Bûnisra. .Gûndê cîran li ber hevdû kemîn danîn û hevdû kûştin..Hinek mahkûm bûn û ên ku qetil bûn veşartin..Ên ku mahkûm bû bûn serkêşê wa gûndê ku li serdorê hebûn tevde Qasit ji ware bi rê dikir,wa tevde xiste bin himbêza xwede.Hejmare va gûnde texrîben 12-15 bûn.Ên ku ne ketin bin himbêza wî de penaber di bûn. Ji gûndê kelha Bûnisra jî çar (4)malbat penaber bûn.Çûne bajêr..Gelek gûndîye rêzê xwe xistibûn bexçe, jibon ku benda dîtir jiwa aciz bûn bi şev di çûn bexçe wa xera dikirin. .Çend mîne çete xwe amede dikirin û bi şev di hatin heywan di dizîn. .Jîyan tar û mar bûbû…Ev gelek bâlkêşe ku Kûrd mîne Kew tim neyarê serê xweye,gelo çime? Ew dem demeke gelek xerab bû. Hevdû kûştin û hevdû talan kirin.Çend qurûşê ku dane hevdû ew jî dane bertîl û dadgeh û mesrefa Romî ye.Dibîstane seretayî pênç (5)sal xilas dibû. Wext bihar bû heyva Gûlanê bû. Mamoste dema hat kete polê, gelek bi kêf û eşq bû. Bi Tirkî got ku günaydin (sibeha we bi xêr ).Berdewam kir,ku îro Komare me gelek tiştê xweş pêk anîn. Çend xayîn û terorîst hebûn wa girt û bi darve kir,welat û Gelê me jiwa xilas bú.Me çend xwendevane jibon azmone dibîstane Mamoste tî yê xwe amede dikir.Dema Mamoste wisa got jibon min bû meraq. Bû êvar em belav bún û em derketin gûnd. Çend gûndîyê me jî hinek bîre wer bûn.Min ji çend gûndîye tiştê ku Mamoste got ,min ji ware got.Gûndîye ku xwedê zanê ev mamostê me paşve rû ye, me digot mirovekî başe,lê ne wisaye..Ez roja dîtir ku çúme dibîstanê û em ketin polê de min destê xwe hilda û min jî Mamoste pirseke halo kir.Mamoste ew şexsê ku Komarê wa bi darvekir ma ne welatîyê Tirkye bûn.?Mamoste aciz bû û Bersiva min neda û hat sîle kek limin xist û ku tu pozê xwe dixê her tiştî, ew xayîn bûn.Wezne serdorê roj bi Roj xeradibû. Piştî dibîstane seretayî xilas bû, dor hatibû biryarê nú. Di malbatê de lawê mezin ez mabûm. Birayê jimin mestir, çû bû leşker,hevjîne û sê zarokê dinav malbatê de bûn.Mîne çetebûnê û qeçaxvan roj bi Roj zêde di bûn, ên çetewarî roj bi Roj pisgirêk derdixin tin. .Rojek wext ber esrîkî ye, gavanê gûnd xalê Hesen li gûndîye xiste hawar,ku çend mirovê çekdar hatin limin xistin û dewarê gûnd dane ber xwe û birîn. Ji milê dîtir qeçaxvan di herêmê de derbas di bûn û leşker di hatin hesap ji serdorê di xwestin. Serdor mabû di navbenda xelîl û celîl de.Wext germe û av li milê çîye peyde nabê, texrîben gûndî zanin ku kê dewarê gúndîye Revandine, ji xwe wa jî ji gavan di pirsin kûjen dewar ên kûjen malbatêne, wa di neqênin û didin berxwe û dibin.Gelek gûndî newêrabûn pey wade biçin,bavo çend mirovê xwe sitandin cem xwe ú wa şopand in. Di sînorê Nebilêde wa dixin çemberê, bavo bandikê serkêşê wa dibê dewarê me berdin,ger hûn ne berdin em bela xwe jiwe venakin, bi hevdû di şêwirin û deware di berdin, bavo ên licem wî deware tênin…Birayê mezin leşkere,xebata malbatê kete ser milê minde,kârê malbatê gelek girane, divabê fêkî bê danhevdan bikevê selike li kerê barbibê û di wextê fecerê de em derkevin ser rêçkâ bajêr û em bibin erasê û bi firoşin dikandare. Fêkî gelek texlît bûn,heme çi bê hişê we ew cins hebû. Rêçk nexweş bûn û tehlûke zêde bûn, jibon va minasebeta bavo gote serkêşê gûnd ku bere tevde biçin,mîne kerwan, êdî ku ew biryar hate sitandin hinek baş çêbû. Di rêçkâ me de sikâkek hebû avçilk û reş bû gelek care kerê me di hirtepilîn û di ketin,dema mirovek tenê bûne gelek zor bû.Bi ser wa şert û mercê girande dema em di hatin erasê bajarîye sergiranî lime dikirin,fêkîyê me eger sed (100)kîlo bûne dadixistin 60-70 kîloye. Jibon vê zilmê min û dikandarekî şer kir, gûndîye jî piştgirî dane min û carek din ev pisgirêk hev çêbûn… Berdewam dibe….   

Nerîna min :