Cîhan
Em naxwazin Tirkiye sistema S-400 ê bi kar bîne
Berdevka wezereta derve ya Amerikayê Heather Nauert di konferansek rojnemevanî de bersiva pirsên rojnemevana da.Di rojeva Heather Nauert de firotina fûzeyên S-400 yên Rusya ji bo Tirkiye hebû. Di vê derbarê de berdevka Wezereta Derve ya Amerikayê got: Tirkiye sistema parastina ezmanî ya S-400 ji Rusya bikire ev dibe sedemê aloziyekî.Nauert got: Hevpeymaniyek wek Tirkiye ku endamê NATO yê ye eger Sistema S-400 ê bi kar bîne, em gelekî li dijê vê yekêne. Problem ewe ku Sistema S-400 ne li gora sistemên NATOyê ne. Ji bo vê jî em li dijin ku hevpeymaniyên me li hemû deverên cihanê sistema S-400 bi kar bînin.