Min Dît û Nabêjim

Sileman ÇakirZilm mîne ewrê reş liser Bedena me tim di zîvirê. Nizanim ev qedere,an jî xayîntî ye feleke bêbexte.Tiştekî eşkere ji xwe heye,em zanin em nezan û dil keçinin, lê xelk çime tim lime bêbextîyê dikin,fahm kirine vê hinek zor tê. Axê xelkê ji Gel û welatê xwere xizmet dikin,ên me bi hevdû dilebikin.Şerê Emê gozê û bişarê Çeto wey haware,mîne destan tê gotin..Îdrîs -î Bedlîsî 46 derebeylikê Kurd sipardin Osmanîye, wey limin tiştê hatî serê wî nehatî serê Eyyûbê kurme xwarî. Serok komarê Tirkye wê biçê bajarê sêrttê, Bişarê Çeto serê çîya yê, deng diçê wî ku serok komar wê biçê bajarê sêrttê, Bişar kemînê didênê jibon ku serok komar bi kûjê, dema nêzîk dibê Bişar ji kemînê di rabê û dibê paşe min biryar dabû ku ez te bi kûjim, lê piştre tefekûr bûm,min ku nestêleye,heyfe..Dema Bişar wisa di bêjê, paşe di kenê û dibê Bişar tu mirovekî bi aqillî, dema dest didin hevdû, paşe îşaret didê leşker û destê Bişar li darê kelepçê dixin û wî dibin zîndane herêmê. Gel agahdar dibê ú xort,keç,bav,dayîk derdikevin ser rêçkâ bajêr, roj dibê roja mîne qîyametê, jineke extîyar jî derdikevê derve,lê tiştekî fahm nakê.Pîrê çavê wê nabînin gelekî û gûh jî giranin,keçeke ciwan licem derbas dibê, pîrê dibê keçê Xwadê rehê te nestînê kâ were ev çi bûye? Keçik dibê xaltî Bişar girtin û xistin Zîndanê, pîrê, dibê jarê û jarê. ..Wey Bişarê Çeto, ji,K….ê keto ……!Ev mîneke gelek bâlkêşe û wek vê ne gelek hene..Em piçûk bûn,jinê serdorê hinek jê mast,fêkî di birin bajêr,di firoştin û bi wa pera hinek tişt jibon malê di kirîn,dema li erasê satilê xwe di danîn,hinek serserîyê bajêr di hatin di gotin hûn û satilê xwe bi çiqasî, êdî ev berdewam bû, Kurde bes teamül kir,zilam hatin cem hevdû û çend roja çûne bajêr wa girtin,têra wa ,liwa xistin heta ku rawistîyen. .Malbata male  Elî yê yûnis,hên jî ji ware dibêjin qewmê çîye,ferman liwa rakirin û wa tar û mar kirin,heta bi serdora derya reş de derketin,Xwadê zanê ku ew neha li kûderê ne. …..Demeke gelek xerab bû. Xela û perîşantî bê hed û hesab bû.Êşa mêkûtoke,sorik ya star qire zaroke anî bû.Wek neha ne derman hebû û bişijk û nexweş Xane. Împarotortîye osmanî tar û mar bûbû û Komareke nû ava dibû. Zanistê Kûrd penaberî Estenbul di bûn. Digotin emê çawa çareserîkê jibon Kurde bibînin.Şexsê mîne Enver derdiketin pêş û zilm û zordestî dikirin.Herb gelek qolî bû. Bi darê kotekê Kurd dikirin leşker..En hindik leşkerî bûn 4 (çar) sal bûn.Leşker di hatin bêşa her tiştî di sitandin.Bavê te û çend zilamê me birîn leşkerî yê..Yek jiwa xalê sebrî bû. Çar sal ser biser leşker bûn.Herbe qorê de bi hezare çûn û nehatin. Zarok piçûk û em tevde perîşan bûn..Befr hat rengê wê sor bû. Hên jî xelk dibêjin sale ku befre sor hat..Ên ku çû bûn leşkerî yê piştî çar sale hinek vegerîyen. Xalê Sebrî nehat (Sebrîyê yusis’kê )mêr xasekî hêja bû. Me nikarî bû bi pirsin,çend care çûne leqa leşkerî tiştek fahm nekirin,ligor dibêjin qebra wî li bajarê çeneqqelaye,lê tu kesî ne pirsî. ..Sal zîvirî hinekî dem hate gûhertin..Gotin dîse şere, mîne serhildane Dêrsim..Di wê demê de mirovek hate gûnd,tilîke wî nebû. .Bavê te jê pirsî, ku çime pêçîye te yek jê tûneye? (Tillî )Kesereke kûr veda û dest bi serpêhatîye xwe kir…Ku ez leşker bûm,ferman dîyar kirin jibon Dêrsim.Em jî birîn jibon heremeke Dêrsim.Fermandarê me cîyê em lê tiqedimê bikin,neqşa wê dîyar kir.Ku divabê tiştekî sax nemînê. Me hicûm berda û bû ferman mîne roja qîyametê. Ji dû û duman tiştek xwîya nedikir.Em vegerîyen,hem hatin liser girekî sekinîn. Dengê girîyê zarokekê hat,ferman dar çend leşker şîyandin ku meyzekin ew çîye…Dema hatin li cem wa keçeke texrîben 7-10 salî bi xwere anî bûn.Fermandar ku wê bibin cîyê nişangehê, ku kî heye ku vê keça terorîste bi kûjê? Dema wisa got min kêrîke xwe derxist û min Tillî ye xwe jê kir jibon ku wî kârê qetil bûnê nedê min..Gelek leşker dest hildan û bi kêf û eşq.Fermandar bankir leşkerekî û ew zarok dayî ber fîşeke…Min jibîr nekir û ez tucarî jibîr nakim..Em tevde girîyen. ..Berdewam dike…

Nerîna min :