Civak

Min 500 milyon Euro li nexweşiya tatlises dane

Hewlêr: Ruşdî Seîd bdersiva hunermend Îbrahîm Tatlises da û got: ‘’Wek hunermendên din min hevkariya Tatlises kiriye û bo başbûna wî 500 milyon euro li nexweşxanê dane.’’

Çend rojên borî Îbrahîm Tatlises di civîneke çapemeniyê de bi tundî êrîşî Gruba Şirketên Adil Mutehîde û Serokê Lîsteya Xêr Bexşîş a Hilbijartinên Parêzgehên İraqê Ruşdî Seîd kiribû û bêyî nav bide gotibû wan ez xapandime.

Di vê derbarê de bi rêya Basnewsê Ruşdî Seîd bersiva Tatlises da û got: ‘’Axaftinên hunermend Tatlises bi tevahî ji rastiyê dûr in û eger hest bi mezlumiyeta xwe dike ku em pêbendê girêbesta ligel wî nebûne çima naçe daxwaza xwe pêşkêşî rêveberê Gruba Şirketên Adil Mutehîde nake û daxwaza heqê xwe nake? Lê belê evna bêwefayiya hunermendê navbirî pêşan dide, ji ber dema hatibû birîndarkirin min 500 milyon euro da hevsera wî heta ew gehandin Elmanya û min hevkariya wî kir.’’

Ruşdî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Sedema vê jî ew e ku ew jî wek min dayika wî kurd e û bavê wî ereb e, piştî Xwedayê mezin jî ez duyem kes bûm ku bi saya me niha hunermend dijî, ji xeynî vêna jî ez niha ji wî zêdetir di asteke bilind de me, niha tevlî siyasetê bûme û 4 kursiyên me hene di hilbijartinên parêzgehên İraqê de, herwiha pêgeheke min di nav xelk û hikûmetê de heye.’’

Rûşdî Seîd da zanîn yek ji sedemên din jî ku hevkariya Tatlises kiriye ew e herdem piştgiriya hunermendan dike û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Wek mînak jî Selah Ebdulxefûr, Yas Xizir, Semîr Xanim û Îbrahîm Tatlises. Loma dixwazim hunermendê navbirî navan pey alemê nexe û xwe bi karekî din ve mijûl bike.’’

Şivan Şêrzad/Bas

Back to top button