Serokê Misrê yê nû! sund xwar
Roja çarşemba burî li Misrê leşkeran bi darbeyek leşkerî serokê Misrê yê bi dengê xelkê hatî hilbijartin ruxandin û ji bo Misrê serok nû destnîşan kirin.
Serokê Misrê yê nû serokê dadgeha bilind e. Piştî leşkeran Mursî girt û kirin di bin çav de, serokê nû sund xwar û dest karê xwe kir.
Bê goman bi vê yekê li Misrê pêvajoyek nûjen destpêkir. Kesek dîtina wî çibe û kî be dema bi dengdanê bibe xwedî desthilat divê rêz lê bê girtin. Mirov muxalefetê dike û xelkê inkna dike ew kes çewe bi dengên xelkê hatî ser desthilatê cardin bi rêya hilbijartinan bi dengên xelkê mirov wî ji desthilatê dûr têxe.
Leşker Mursî ji cihê wî dibin
Lê mixabin li Misrê şûna vê yekê rêya herî hesanî bi rêya çekdarên dewletê ev yek hate kirin. Piştî bûyera Misrê li Tirkiye jî gelek kesan û taybetî hinek parlementerên CHPê û kemalistan didanên xwe li Erdogan sîkandin û dan xuyakirin ku dê dawîya Erdogan jî wek ya Mursî be.
Li Tirkiye û taybetî Kurdistanê êşa darbeyên leşkerî gelek kişandiye. Kurdistanê xelk bi 10ê salan di bin quntaxa tifengên leşkeran de jiyane. Kesek wek Kurdan bi vê êşê nahese.
Li kû derê bê û çewe be dijderketina rêyên ne yasayî, rêyên ne rewa erkek kesên demokrate.
Belê Mursî bi awayek ne yasayî ji desthilatdariyê hate dûrxistin û serokê nû jî her bi wî awayî sund xwar. Rojên pêşiya me dê rewşa Misrê hêjî zelaltir bike..