CîhanRojev

Mimkine Erdogan nebe berbijêrê serokkomariyê ?

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bernameyeka Televizyonî de, di derbarê berbijêriya Tayib Erdogan ji bo serokkomariyê hinek nirxandinên balkêş kirin. Karamollaoglu dibêje ku, eger parlemento biryara berbijêriya Erdogan nedê, Erdogan li gora qanûna heyî nikerê hilbijartinên sala 2023ê de bibe berbijêrê serokkomariyê.

Ji aliyek din ve Karamollaoglu îdia kir ku, eger  Erdogan bizanibê dê winda bike nabe berbijêr û tevlî hilbijartinê nabe. Ji ber ku Erdogan nakeve hilbartinekî ku bizanê dê winda bike.

Karamollaoglu berdewamiya axavtina xwe de got:Eger Erdogan nebê berbijêr dikare kesekî di nava AK Partiyê de ,yan jî ji derê AK Partiyê bike berbijêr.

Lê ji aliyek din ve jî gelek pispor û kesên ku Erdogan ji nêzik ve nasdiki û niha ne li gel Erdoganin dibêjin ku, Erdogan xwe ji hilbijartinan re amade dike,destpêka meha ewil ya sala 2023ê Erdogan dê gelek gava bavêje ji bo di hilbijartinan de serbikeve.

Back to top button