CîhanRojev

Îsraîl êrîşê bingehên leşkerî yên Surî kir

Li gora daxûyaniya ajansa fermî ya Suriye(SANA),Îsrail êrîşek birîye li ser navçeyên cuda yên Suriye û di encama van êrîşan de 3 Efser hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Li Gora SANA Îsrail êrîşê parêzgeha Tertusê û derdora Şamê kiriye û sistema berevaniya asmanî ya Suriye bersiva wan daye.

Li gora Nûçeya SANA, Îsraîla ji aliyê başûr rojhilatê Beyrûtê ve bi roketan êrîşeke hewayî pêk anî û hin xal li gundewarê Şamê kirin armanc.Ev êrîş hevdem bû ligel êrîşeke din ji aliyê behrê ve û hin xal li başûrê parêzgeha Tertûsê kirin armanc û sîstema me ya berevaniya esmanî rûbirûyê mûşekên êrişkeran bû û hin ji wan xistin xwarê.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir ku êrîşên asmanî yên îşev ku têde 3 serbaz hatine kuştin, çepereke leşkerî ya rejîma Beşar Esed li Şamê kir armanc, di heman demê de mûşekên ser Tartûsê cihên leşkerî yên “milîsên Îranê” kirin armanc.

SOHR ragihand, Êrîşên Îsraîlê cihên leşkerî yên hêzên rejîmê û milîsên Îranî li gundewarê başûrê Tertûsê kirin armanc, ku çend mûşek li derdora gundê Ebû Efsah ketin, û li baregeheke berevaniya hewayî û radarê li herêmê.

Back to top button