Milkerd Helwesta Barzanî helwesteke binyadnere
Îro şemî 15/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Ad Milkerd Nûnerê Taybetê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraq û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, li ser çend babeteke girîngên hengavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraq û li hevdû nêzîkbûna di navbera Lîsta Birayetî û Lîsta Hedba û her wiha rewşa îro ya Kurdistanê û rola Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan li danûstandinên Bexda û pirsa navçeyên veqetandî de bîrûra danûstandin kirin.
Sebaret bi hengavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, her du alî cext li wê yekê kirdin ku divê li demeke gelek nêzîk da dest bi encamdana guftugoyên ciddî li navbera hemû pêkhatên Iraqê bikin, bi taybetî piştî ragihandina encamên proseya hejmartina dengên Bexdaya paytext û piştî biryara Dadgeha Bilind li ser wan encaman. Da ku li demeke nêzîk da Hikûmeta hevbeşa rasteqîne û bingehên berfirehên Iraqê û bi bêyî dûr xistina tu aliyek bête damezrandin, ew jî li ber çav girtina destûr û îstîhqaqên hilbijartinê be û li vî warî de Serok Barzanî ji bo gihiştina bi çareseriyeke guncaw ku hemû ew alî pê razî bin, amadehiya xwe bi vexwendina hemû aliyên serketî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê da nîşanda.
Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, bi eşkere pêşwazî li vê ramana Serok Barzanî kir û ragihand ku helwesta Serok Barzanî li dema amade kirina yasaya hilbijartin û piştî ragihandina encaman helwesteke binyadnerane bû ku eve jî cihê teqdîrê Neteweyên Yekgirtî ye.
Di derbarê hevdû nêzîkbûna di navbera Lîsta Birayetî û Hedba jî, her du alî vê hevdû nêzîkbûnê li çareser kirina gîr û giriftên di navbera wan de bi bilind nirxand û tekîd jî li wê yekê kirin ku bi tenê hevdîtin û guftugo çareseriye.
Serok Barzanî spasî hewlên Nûnerê Taybetê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li çareser kirina wê pirsgirêkê de kir û ragihand ku her ji destpêkê de me hez nedikir pirsgirêk bigihe wê radeyê, lê belê piştguh xistina Kurd heta radeyê îhanekirina rewşê gihande vê radeyê. Em herdem ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê vekirî bûn, vegerana Lîsta Birayetî bo Encumena Parêzgehê xalekî girînge, lê belê ji wê jî girîngtir ewe ku beşdarî li birêvebirina parêzgehê bike, nexwe vegeran bi bê beşdarî li desthilat da tu watayeke xwe tûne. Ji bo wê yekê li civîna bê ya di navbera her du aliyan de divê ev mesele li ber çav bête girtin.
Li ser rola Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan jî, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew îtîlaf bi yek tîm beşdarî li danûstandinên Bexdayê dike û sebaret bi her xaleke guftugoyan jî seqfêkî demkî ji bo wê tê danan û aliyê çawayiya bi cîh kirinê jî tê dest nîşan kirin û pirsa navçeyên xwedî pirsgirêk jî li gor destûr divê bêne çareser kirin û nêzîkiya Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan jî bendeke bi girêdayîbûna bi destûr û hemû maddeyan ve.
Her wiha li dawiya hevdîtinê de, her du alî li ser berdewamiya danûstandina di navbera wan de bi hevrebûn.