Civak

BDP diçe herêmên ki operasyon lê çêdibin

Diyarbekir – Li Tirkiye di pêvajoya vekirina demokratîk de û taybetî dema guhertinên destûrê hatin rojeva parlementoyê, tundî û nexweşî gelektir bûye. Hêzên çekdarên Tirkiye bi hatina biharê dest operasyanona kirin û roj bi roj van operasyona berfireh dikin. PKK-ê jî di vê demê de hinek çelakiyên leşkerî kirin û êrîş birin li ser hinek deverên leşkerî.

Yanî bi awayak din tirsa ku şer cardin geş  di nav  xelkê de heye. Taybetî li gundan û gundên nezikê herêmên tuxûbî Kurdistana Başûr xelk gelekî ne rihetin û nikarin karên xwe yên rojane li gundan bikin.

BDP dixwaze herin herêmên ku operasyon lê çêdibin da ku operasyonan bisekinînin. Ji berî niha jî di dema DTP-û de ev çelakiyên bi vî awayî çêbibûn. Îro li Dyarbekir li ber xaniyê BDP-ê xwepêşandanek  çêbû. Parlementerên BDP-ê axaftinên tund kirin.  Dê sibe herin herêmên ku operasypon çêbibin, da ku xwe bikin mertal.

Back to top button