Polîtîk

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Emrîkî kir

Îro şemî 15/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke destpêşxerê siyaseta derveya Emerîka kir ku bi mebesta agahdarbûna li rewşa Herêm û Iraq û pêwendiyên Emerîka û Iraq serdana Herêma Kurdistanê dikin û li vî warî de şand çend pirsiyarêkî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê hevdîtin û serdana şandê derbirî û li bersîva pirsiyarek da sebaret bi helwesta Herêm li ser çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû ragihand ku Herêm pê başe hemû lîsteyên serketî Hikûmeta nû pêkbînin û tu aliyek jî neyê îhmal kirin. Me xeta sor û veto li ser tu kes û aliyek tûneye, ewê li cem me girîng eweye ku girêdayiyeke tevahiya wan aliyan bi destûr û cih bi cih kirina maddeya 140a wê destûrê de hebe. Bi watayeke din ewê li cem me girîng bê bernameya Hikûmeta nû ye, neku ew kesên ku postan werdigrin.

Li bersîva pirsiyareke din jî da di derbarê yek helwestiya gelê Kurdistanê li danûstandinên Bexda da, Serok Barzanî ragihand ku berî çend rojekî lîsteyên serketiyên Herêmê li ser wê yekê birêk ketin ku bi yek helwestî biçin Bexdayê û ji bo vê mebestê jî şandeke guftugoyê beşdarî li danûstandinên Bexdayê dikin ku gel azad bû dîtin û nêrînên cuda jî dibe, me Parlemen heye û opozîsyon jî heye, bi kurtî hebûna cudahî li bîrûra da me nebuye bi hebûna yek helwestî li meseleyên neteweyiyan da, li cem min jî yek helwestiya gelê Kurdistanê li hemû tiştekî din girîngtire.

Li bersîva pirsiyareke din jî da sebaret bi rola Emerîka piştî hilbijartin û piştî vekişandina hêzên wê, Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku li gor rêkkeftinê vekişandin tê encamdan lê belê girîngiya Emerîka ya ji bo navçeyê berdewam dibe.

Li ser aramiya rewşa Herêmê jî li gor navçeyên dinê Iraqê da, Serok Barzanî ragihand ku ew aramiya Kurdistanê vedigere li ser çand û kultura gelê xwe, li Kurdistanê cudakirina netewî û olî û mezhebî tûneye û hemwelatî jî hevkarî li gel dezgehên ewlehiyê dikin.

Sebaret bi rewşa medya jî ku nekarîne wêneyê rasteqîneya ezmûna demokratiya Herêma Kurdistanê ji bo derve nîşan bidin, Serok Barzanî ragihand ku gelek car ew medya rewşa Kurdistanê bi rewşa giştiya Iraqê têkilhev dikin, Ji bo wê yekê nekarîne rewşa vir wekî xwe bigihînin derve, heta medyaya me jî nekariye vê yekê pêkbîne.

Di derbarê meseleya Kerkûkê jî, Serok Barzanî dûpatkir ku her karesatek li ser Kurd hatibê‌ bi sedema Kerkûkê ve buye, Kerkûk wekî her bajareke din bajereke Iraqiye lê belê nasnameya wê Kurdistaniye û destnîşan kirina wê nasnameyê jî me ji bo xelkê Kerkûkê bi cîh‌ hiştiye û çareser kirina pirsa wê bajarê û navçeyên veqetandiyên din jî xwe li maddeya 140 a destûrê de dibînê.

Back to top button