Polîtîk

Milîsên Şîe li Kerkûk û Xurmatoyê 600 kurdên sivîl kuştine

Berpirsê Bersivdana Raportên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî,hevpeyvînek li gel kanala televizyona Rûdawê behsa karaseta Kerkûk û hovitiya heşdî şeibî kir.Berpirsê Bersivdana Raportên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, ku nêzîkî 600 kesên sivîl di êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û qezaya Xurmato hatine kuştin û 2 haletên destdirêjiya seksî jî hatine tomarkirin.Dîndar Zêbarî ku li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsê bersivdana raportên navdewletî ye, îşev beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya televîxyona Rûdawê bû û li ser binpêlariyên çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê yên li dijî welatiyên sivîl ên Kurd zanyarî aşkere kirin.Dîndar Zêbarî aşkere kir, çekdarên Heşda Şeibî nêzîkî 400 kes li sînorê Kerkûkê kuştine.Zêbarî herwiha got, li navçeya Xurmato jî di navbera 150 heta 200 kes ji ber êrişên çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî hatine kuştin.Wî berpirsê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha behsa destdirêjiya seksî ya çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bo ser keç û jinên Kurd kir û tekez kir, çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûk û Daqûqê destdirêjî kirine ser keç û jinên Kurd.Roja 16ê Cotmeha îsal Heşda Şeibî tevê hêzên artêşa Iraqê êrişa xwe bo ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî dest pê kirin û heta niha ji bilî Kerkûkê çend navçeyên din ên Kurdistanê dagîr kirine.Çekdarên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqê di dema derbasbûna nav Kerkûkê û navçeyên din dest bi binpêkariyan û reftarên xirab û îşkencekirin û kuştina welatiyên sivîl ên Kurd kirin.Herwiha wan çekdaran alên Kurdistanê li ser avahiyên fermî û nefermî yên hikûmetê li wan navçeyên Kurdistanî anîn xwarê û ji bilî bêrêzîkirina pê, agir berdanê û şewitandin.

Back to top button