Polîtîk

Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin

32 parti û aliyên siyasî ji hemû pêkhatiyên Kurdistanê civînek hevbeş kirin û di encama civînê de daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin. Hemû aliyên siyasî hewldana du îdareyan bi tundî red dikin û dibêjin divê Kuristan bi yek dengî guftugoyê li gel Bexdayê bike.Di civînê de aliyên siyasî li ser van babetan li hevkirin:


– Hemû alî tekeziyê li ser yekrêzî û yekdengiya tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan dikin  û dibînin ku ew yekîtî gerentiya serketinê û derbaskirina hemû kêşeyan dike.- Bi tundî êrîşa serbazî û biryarên siyasî û abûrî yên hikûmeta Iraqê ku li dijî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê hatin encamdan şermezar dikin û red dikin, ew êrîş û biryarên Iraq bi nedestûrî û nedîmukratî û dijî mirovatiyê binav kirin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê vet ê redkirin, ew kiryarên serbazî yên Iraqê nabin dîfakto û tenê demkî ne.- Ji bo bersivdana xwesteka civaka navdewletî û dostên me derbarê çarekirina kêşeyan li gel hikûmeta Iraqê bi riya diyalogê, em hemû demê xwazyarên diyalogê bûn, lê aliyê Iraqî riya serbazî hilbijart, li vir em ji her aliyekî re radigehînin, ku em ji diyaloga bê merc re amade ne li ser bingeha destûrê û dûrî ferzkirina siyaseta dîfakto, pêwîst e Iraq li ser bingeha mikurhatin bi mafên gelê Kurdistan bê ser mêza diyalogê, ji bo vê mijarê jî hikûmeta Kurdistan nûneratiya gelê Kurdistan dike.- Em aliyên siyasî bi tundî her pêngavekê ber bi zindîkirina du îdaretiyê ve red dikin, pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe nav her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê.- Referanduma gelê Kurdistanê mafekî destûrî û yasayî yê gelê Kurdistanê ye û devjê bernadin û pêwîst e Iraq û civaka navdewletî li ser wî mafê gelê Kurdistan siza nede.- Li vir daxwazê ji tevahiya dezgehên ragihandinên hizbî û serbixwe dikin xwe dûr bikin ji zimanê zivir û pêwîst e bi emanetî nûçe û bûyeran veguhêzin û parêzgariyê li yekrêzî û aştiya civakî bikin.- Di dawiyê de silav ji bo canê pak yê tevahiya şehîdên Kurdistanê bigşitî û qurbaniyên Kerkûkê û Dûzxurmatû û Xaneqîn bi taybetî û, berxwedana Pêşmergên qareman ên Kurdistanê bilind dinirxînin û silav rêza me ji wan re heye û, silav û rêza me ji bo tevahiya xuşk û birayên ku bi zorê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine derbiderkirin.- Bi serkeve îradeya mafxwazane ya gelê Kurdistan. 1- Partî Demokratî Kurdistan2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan3- Hizba Şû’î Kurdistan4- Yekîtî Netewî Demokratî Kurdistan YNDK5- Hizba Zehmetkêşên Kurdistan6- Hizba Sosyalîsta Demokratî Kurdistan7- Partiya karker û Rencberên Kurdistan8- Tevgera Demokkratî ya Gelê Kurdistan9- Yekgirtûya Islamiya Kurdistan10- Partiya Parêzgarên Kurdistan11- Hizba Pêşketinxwaz ya Demokrat a Kurdistan12- Tevgera Rizgarî Dîmukratî Kurdistan13- Tevgera Aştîxwazên Kurdistan14- Partiya parêzgarên Demokratî Kurdistan15- Partiya Netewî Kurdistan16- Tevgera Hevgirtina Siryanî17- Hizba Dîmukratî Bêt Nehrên18- Yekîtî Bêt Nehrên a Niştimanî19- Hizba Dîmukratî Kildanî20- Encûmena Netewî Kildanî21- Rabîta Kildanî ya Cîhanî22- Hizba Niştimanî ya Aşûrî23- Tevgera Kiristiyanî Dîmukratî ya serbixwe24- Partiya geşepêdana Turkman25- Partiya Dîmukratî Turkman li Kurdistan26- Komela Lîbralî Turkman27- Komela Rewşenbîrî Turkmanî li Kurdistan28- Partî Niştimanî Turkman29- Yaneya Oçaxî Turkman30- Tevgera Dîmukratî Turkman31- Partiya Çaksazî ya Turkman32- Bereya Rewa ya Turkmanî

Back to top button