Nivîsar

Miletek bi dezgehên xwe dibe dewlet

Herêma Kurdistanê vê dezgeha pîroz bi alîkarî û xwedî lêderketandina xwe, wê bikin dezgeheke navneteweyî. Ofisên wê li welatên Ewropa jî vekin.

Bûbê Eser

Miletek bi dam û dezgehên xwe dibe dewlet. Bi hêz û qaweta xwe dibe navdar. Bi demokrasî û însanetiya xwe dibe mirovhêz.

Niha em Kurd jî li başûrê Kurdistanê xwedî dewleta xwe ne, ev dewleta me bi dam û dezgehên xwe yên fermi heye. Ev dewleta me li gor îmkanên xwe bi alîkariya brayên xwe yên perçên din ve radibe û çi ji destê wan tê dike û kirî ye.

Ji bona ku em jî di qada navdewletî de bibin xwedî dezgehek mezin û bi hêz, divê li seransera dinyê ji kê çi qediya alîkariya DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ bikin da ku em vê jî bikin weke Xaça sor ya navneteweyî, em vê bikin weke Amnestiya cîhanî.

Divê êdî em bi hêz, qawet û dezgehên xwe, bi kar û alîkariyên xwe, xwe bidin îspatkirin ku em jî weke her miletekî xwedî dam û dezgehên xwe yên fermi û nav neteweyî ne.

Îro Kurd li başûrê Kurdistanê xwedî dewleta xwe ne. Ew dewlet jî xwedî dam û dezgehên xwe ne. Yanî êdî kurd ne bê xwedî ne. 

Helbet ev xwediyê me jî bi rêya dezgehên xwe yên fermî dê alîkariya brayê xwe bike. Loma di vê karaseta erdhêja nedîtî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî bi alîkariya brayê xwe ve rabûn û radibin. 

Ji bona vê jî divê hemî kurd bêjin û binivîsînin ku di vê roja reş de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya brayên xwe dike. Helbet evê bi xweşa hinan ve nere. Lê divê em bêjin û binivîsîn in. Bila hezar caran Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bijî ku ew îro berî herkesan bi alîkariya brayên xwe ve rabûne.

Gelo ew kesên çav li wêneyên alîkariya ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikevin û bikevin wê çi bifikirin û difikirin? Gelo bi rastî jî hê difikirin ku Barzanî dijminê gelê kurd e? An kurd pêwîstiya wî ji alîkariyê hebe wê bi alîkariya wî û wan ve ra be?

Carekê binerên û bibînin ku hê Barzanî nîv dewlet e û bi nîvdewletbûna xwe jî her car bi alîkariya brayê xwe yên kurdên perçên din ve radibin. Ji bona alîkarî çi ji destê wan tê dike.

Binerên û bibînin ku di vê karaset û erdhêja ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû Dezgeha Xêrwaziya Barzanî, bê çendîn alîkarî û anbulans ji brayên xwe re şandin. Binerin û bibînin, bê ku wextê derbas bike bi hemî îmkan û hêza xwe ya nîvdewletî alîkariya brayê xwe kirine û dikin.

Gelo wan partî û kesên dijminatiya Barzaniyan dikin, ka heta niha ji gelê xwe re çi kirin û wê bikin. Ferqa Kurdistanîbûnê ev e. Divê êdî kurdên me vê baş bizanibin û fêr bibin ku dost di rewşên dijwar de bi alîkariyên xwe têne nasîn.

Êşa me giran û birînan me kûr e. Loma di rojên weha de divê em kurd weke milet bi alîkariya hev û brayên xwe yên pêwîstiya wan ji alîkariyê hene, rabin. 

Ji bona Kurdên dilsozên welat û gelê xwe, bizanibin ku bi rastî wê alîkariya hûn didin bighêje cihê xwe divê hûn tenha alîkairyên xwe bidin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da ku em bikaribin vê di qada navdewletê de jî bi awayekî fermî bidin rûniştin. 

Her dewleteke li cîhanê xwediyê xwe û hin dezgehên însanî ne ku bi rê û saya wê destên xwe yên alîkariyê dighêjîne kesên pêwîstiya wan jê hebin. Di vê erdhêja ku 6.2.2023an ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, bi  hemî kêm îmkanên xwe Dezgeha Xêrwaziya Barzanî bi alîkariya brayên xwe ve rabû. 

Ji ber vê ye divê em bi serpereştiya Hukumeta Herêma Kurdistanê vê dezgeha pîroz bi alîkarî û xwedî lêderketandina xwe, wê bikin dezgeheke navneteweyî. Ofisên wê li welatên Ewropa jî vekin. Da ku êdî ew ne tenê bi alîkariya kurdan, bi alîkariya her milet û xelkekî pêwîstiya wan ji ber hin karestên xeter ku pêk tên, bike.

Back to top button