Polîtîk

Di medyaya Tirkiyê de serdana Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 14ê Sibatê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê serdana herêmên erdhejê kir. Nêçîrvan Barzanî piştî navenda Dîlokê çû navçeyên Nûrdaxî û Islahiyê yên Dîlokê ku erdhejê zerareke zêde gihandiye wan.

Ajansa fermî ya Tirkiyê (AA): Barzanî got em ji bo hevxemiya gelê Tirkiyê hatine

Ajansa Anadolu (AA) ya Dewleta Tirkiyê derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de dibêje: “Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê Neçirvan Barzani, li Gaziantapa ku erdheja Maraşê bandor lê kiriye, lêkolîn kirine.”

AAyê got: “Barzanî çû navenda qeyranê ya li Rêveberiya Bajêr a AFADê ya li Dîlokê û li wê derê ji berpirsan zanyarî wergirtin. Barzani ji rojnamevanan re got; `Em ji bo hevxemiya gelê Tirkiyê hatine. Rehma Xwedê ji wan kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane dixwazim û şîfaya bilez bo birîndaran dixwazim. Tirkiyê herwext di rojên zehmet de li cem me bû. Êşa li Tirkiyê êşa me ye û li hinek cihan çalakî û şahî hatine rawestandin. Me piştî erdhejê li gor derfetên xwe alîkarî kir û em dê li ser alîkariyan berdewam bin.”

AAyê gotinên Nêçîrvan Barzanî yên “Ez li ser navê Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji wan malbatan re dixwazin, ku hezkiriyên xwe jidest dane” sansur kir û di nûçeyê de “Herêma Kurdistanê” bikar neanî. Herwiha gotinên “me piştî erdhejê li gor derfetên Herêma Kurdistanê alîkari kir û em ê berdewam bin” jî, bêyî ku “Herêma Kurdistanê” bê bikaranîn hatin belavkirin.

IHA: Barzanî li herêma erdhejê ye

Ajansa IHAyê ragihand ku Serokê Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Bakurê Iraqê Neçirvan Barzani, li Gaziantepê serdana navenda Hevahengiya AFADê kir û derbarê rewşa dawî de zanyarî wergirtin. IHAyê, serdana Barzanî bi serenavê “Barzanî li herêma erdhejê ye” da.

IHA dibêje: “Barzani got `duayên me bi Tirkiyê re ne. Tirkiye dewleteke wiha mezin e, ku hêza wê heye ji bin vê qeyranê derkeve.` Barzani rehma Xwedê ji wan kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane xwest û şîfaya bilez bo birîndaran xwest. Barzani piştre çû navçeya Islahiyê, ku ji ber erdhejê zerareke zêde dîtiye.”

Veryansin TV: Barzanî serdana Gaziantepê kir û ligel berpirsên AFADê civiya

Rojnameya înternetê Veryansin TVyê serdana Nêçîrvan Barzanî bi serenavê “Barzani serdana Gaziantepê kir û bi berpirsên AFADê re civiya” da.

Veryansin TVyê got: “Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê Neçirvan Barzani li Gaziantepê ji aliyê parêzgarê Bursayê ve hat pêşwazîkirin. Barzani serdana navenda hevahengiyê kir û ji berpirsan zanyarî wergirtin. Barzani got; `ji ber erdhejê me li herêma xwe hemû şahî betal kirine û li her malê şîn heye. Tirkiye dê ji vê qeyrana mezin derbas bibe û çi ji destê me bê em ê bo piştevaniyê berdewam bin. Em bi armanca parvekirina xema dewlet û milletê Tirkiyê hatin. Ez li ser navê hemû milletê me sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim. Tirkiyê herwext di rojên zehmet de li cem me bû. Hemû malbatên me hevxemê êşa Tirkiyê ne. Me piştî erdhejê li gor derfetên xwe alîkarî kir û em ê alîkariyan berdewam bikin. Ji herêma me tîmên alîkariyê hatine vê derê. Çi ji destê wan tê, dikin. Dê rojên zehmet derbas bibin.”

Sondakika: Serokê IKBY serdana Gaziantepê kir ku erdhejê bandor lê kiriye

Rojnameya Sondakika ragihand ku Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê Neçirvan Barzani li Gaziantepa ku erdheja Mereşê bandor lê kiribû, lêkolîn kirine.

Sondakikayê got: “Barzanî çû navenda qeyranê ya li Rêveberiya Bajêr a AFADê ya li Gaziantepê û li wê derê ji berpirsan derbarê rewşa dawî û xebatan de zanyarî wergirtin. Barzani ji rojnamevanan re got; `Em ji bo hevxemiya gelê Tirkiyê hatine. Rehma Xwedê ji wan kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane dixwazim û şîfaya bilez bo birîndaran dixwazim. Tirkiyê herwext di rojên zehmet de li cem me bû. Êşa li Tirkiyê êşa me ye û li hinek cihan çalakî û şahî hatine rawestandin. Me piştî erdhejê li gor derfetên xwe alîkarî kir û em dê alîkariyan berdewam bikin.”

Rojnameya Haber Turk: Serokê IKBY serdana Gazinatepa ku erhejê bandor lê kiribû kir

Rojanemeya Haber Turk ragihand ku Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê Neçirvan Barzani (IKBY), li Gaziantapa ku erdheja Maraşê bandor lê kiriye, lêkolîn kirine.

Haber Turkê got “Barzanî çû navenda qeyranê ya li Rêveberiya Bajêr a AFADê ya li Gaziantepê û li wê derê ji berpirsan derbarê rewşa dawî û xebatan de zanyarî wergirtin.”

Herwiha Haber Turk derbarê serdanê de diyar kir “Piştre jî Barzanî daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku ew ji bo parvekirina êşa gelê Tirkiyê hatine û ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.”

Kisa Dalga: Serokê IKBY: Me çalakiyan betal kir, em li mala xwe şînê digrin

Rojameya Kisa Dalga derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de bi sernava gotina Barzanî ya “Me çalakiyan betal kir, em li mala xwe şînê digrin” da

Rojname Kisa Dalgayê ragihand “Barzanî li Dîlokê çû navenda koordinasyona AFADê û ji aliyê parêzgarê Bûrsayê Yakup Canpolat ve hat pêşwazîkirin. Barzanî ku serdana navenda koordînmasyonê kir. Ji rayedaran agahiyan wergirt. Barzanî got ku ji ber erdheja li Tirkiyê hemû çalakiyên li herêma wan betal kirin û li mala her kesê li herêma wan şîn heye.”

Mynet: Serokê IKBY serdana Gazinatepa ku erhejê bandor lê kiribû kir

Rojnameya Mynetê jî serdana Nêçîrvan Barzanî bi heman sernava “Serokê IKBY serdana Gazinatepa ku erhejê bandor lê kiribû kir”da.

Mynetê got “Barzanî diyar kir ku piştî erdhejê jî li gorî derfetên xwe piştgirî dane û dê berdewam bikin. Barzanî got `Me bi van derfetên xwe yên hewl da ku em dilsoziya xwe ya bi netew û dewleta Tirk re pêşkêş bikin.` Ez hêvîdar im dê ev roj û şert û mercên xirab li paş bimînin. Dewleta Tirk bi ciddî li ser vê mijarê disekine.”

Çavkani:Rudaw

Back to top button