Miletê Bask pişgirî dan rêya diyalogê
Rêxistina ETA eve nêzikî 50 salin ji bo azadiya herêma Bask tekoşîna azadiyê dide. ETA bi hezaran çelakiyên çekdarî pêkanîne. Lê niha rêxistina ETA bi biryarekî ji dev çek berda. ETA hêdî şerê azadiyê bi tenê rêya diyaloge û bi metodên demokratîk dide.
Doh êvarî li bajarê Bilbao sedêhezaran insan ji bo çareseriyekî bi rêya diyalogê û medotên demokratîk xwepêşandanek pêjkanîn. Ev xwepêşandan ji bo pişgiriya biryara rêxistina ETA bû.
Daxwaziyên xwepêşanderan ew bû ku;“ Divê gelê Bask li herêmên di bin destê Ispanya û Fransayê de bikaribe biryara çarenûşa xwe bide“
Di xwepêşandanê de hemû partiyên siyasî yên herêma Bask amade bûn û pişgiriya rêya diyalogê ji bo çareseriyê kirin. Dixweyê bi vê biryarê rêxistina ETA gelek bi hêztir dibe.
Herweha xwepêşandanan daxwaz kirin ku ew kesên ji şidête zerer dîtin, dive zerera wan bête tenzîm kirin. Wek din dawxwaz kirin ku girtiyên wan yên di girtîgehên Ispanya û Fransayê de bêne azad kirin. Nêzikî 700 kes di çerçova doza ETA de di girtigehan de hene.